Hevşaredaran li bulvarên Mîr Celadet û Şêx Seîd seh kir

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Yenişehirê li ser Bulevara Mîr Celadet a di nava avakirinê de û Bulevara Şêx Seîd a 12 kîlometreyî ya ku dê rêya Farqînê bi rêya Xarpêtê ve girêbide, saxtî kir.

Ekîbên girêdayî Serokatiya Rêveberiya Çêkirina Rê, Parastin û Koordînasyona Binesaziyê, li navçeya Yenişehirê ji çarriyana 450 Malanê dest pê dike û heta çarriyana Bulvara Sultan Sasa ya li ser rêya Xarpêtê dirêj dibe, xebatên avakirina Bulvara Şêx Seîd a 12 kîlometre dirêj û 50 metre fireh û herwiha Bulvara Mîr Celadet a 2 hezar û 200 metreyî ya ku wek berdewamiya Bulvara Mehabadê ji Taxa Şêxkendê derbas dibe û dê bigihîje Bulvara Şêx Seîd, berdewam dikin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, xebatên berdewam ên li ser Bulvara Şêx Seîd û Bulvara Mîr Celadet li cih kontrol kirin.

Hevşaredaran projeya avakirina rêyan lêkolîn kirin û derbarê xebatên li ser bulevaran de ji berpirsên yekîneyên têkildar agahî wergirtin û dîtin û ramanên xwe parve kirin.

Di dema lêkolînan de, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Aziz Ozdogan û serokên daireyan bi Hevşaredaran re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31