Kargeha Hunerê ya Zarokan li taxên bajêr

Şaredariya Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên dawiya hefteyê de, li taxên bajêr bi zarokan re bernameyên kargeha muzîk, boyax û dramayê didomîne.

Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî, ji bo derxistina holê ya jêhatîbûn û potansiyela zarokan û zêdekirina eleqeya wan a ji bo hunerê, kargehên hunerê yên zarokan didomîne. Di vê hefteyê de navnîşan taxên Kayapinar, Yenişehir û Baxlarê yên Amedê bûn. Ji bo bi dehan zarokên ku li taxên Seyrantepe Sanayi, Kayapinar Kûçe, Baxlar 5 Nisan û Pirinçlikê dijîn, Kargeha Hunerê ya Zarokan hat lidarxistin.

Di kargeha ku bi hevkariya Ma Muzik Center pêk hat de, mamosteyên perwerdeyê bi erbane û stranên ku bala zarokan dikişînin, li taxan geriyan û zarok kom kirin.

Mamosteyên perwerdeyê, bi zarokan re xelek çêkirin, stran gotin, amûrên muzîkê lêxistin û wêne çêkirin û kargehê pêk anîn. Di çalakiyê de zarokan, bi malbatên xwe re bi kêfxweşî demeke xweş û şad derbas kirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31