Serkeftinek girîng ji Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariyê

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di rêya Play-Offê de ji Tîma Volîbolê ya Jinan a Merînosê ya Gazîentapê 3-0 serkeftineke girîng bi dest xist.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku di çarçoveya Pêşbirkên Koma Jinan a Lîga 2yemîn de, li Salona Sporê ya Koşklerê, bi Tîma Voleybolê ya Jinan a Gaziantep Merinosê re lîst.

Di pêşbirka ku ji aliyê Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê Çetîn Hasgûmûş, Serokê Kulûbê Baran Yilmaz û rêvebiran ve hat temaşekirin, hezkiriyan eleqe nîşan dan û piştgirî dan tîmên xwe.

Di pêşbirkê de Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariyê 3-0 dijberê xwe têk bir û di rêya Play-Offê de serkeftineke girîng bi dest xist.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariyê ku bi serkeftina xwe puanên xwe derxist 6an, di Lîga 2yemîn a Koma Jinan a ku ji 11 tîm pêk tê da derket 3yemîn.

 Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariyê di hefteyên pêş de bi têkbirina dijberên xwe armanc dike ku beşdarî pêşbirkên Play-Offê bibe.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31