Hevşaredaran serdana Stadyûma Amedê kir: Amedspor 9ê Mijdarê li mala xwe dilîze

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li Stadyûma Amedê lêkolîn kirin û antrenmanê Amedsporê temaşe kir. Hevşaredar Bucak got ku Amedspor dê 9ê Mijdarê lîstika xwe li malê bilîze.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun li Stadyûma Amedê lêkolîn kir. Endamên Desteya Şêwirmendiya Bilind û Desteya Rêveber a Amedsporê ligel Hevşaredaran bûn. Hevşaredarên ku derbarê zemîna stadê de ji rêveberên Amedsporê û berpirsên Rêveberiya Ciwanî û Sporê agahî wergirtin, piştre çûn Tesîsên Şehmus Ozer ên Amedsporê.

Hevşaredar Bucak: Amedspor ji bajarê xwe dûr hatiye hiştin 

Hevşaredar Bucak, ku li Tesîsên Şehmus Ozer daxuyanî da, got ku wan serdana Stadyûma Amedê kir û lêkolîn kirin û wiha got: "Wek ku hemû gelê Amedê dizane, mixabin Amedspor ji destpêka sezonê ve pêvajoyeke bêyom jiya. Ji ber nebaşiya çîmê Stada Amedê û xirabûna zemînê piştî lîstikan, em rastî Amedsporeke ku nêzî sê mehan e ji bajarê xwe, stada xwe û alîgirên xwe dûr hatiye hiştin û ji bajarê xwe hatiye sirgûnkirin tên. Em vê yekê pêşî bibêjin û ji bo ku neyînî bêne çareserkirin em ji vir bang bikin."

'Em ê heta 9ê Mijdarê vê pêvajoyê derbas bikin' 

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku li pişt Amedsporê alîgirên mezin, desteya rêveber û civaka futbolê heye û got ku di vê pêvajoya neyînî de Amedspor bi piştgiriya alîgir, desteya rêveber, serokên klûbê û endamên Desteya Şêwirmendiya Bilind çûye derveyî malê. Bucakê bîr anî ku Amedspor nikarîbû li seha xwe bilîze û mecbûr ma ku li bajarên cuda bilîze û wiha domand: "Bêguman alîgir li her derê Tirkiyeyê xwedî li Amedsporê derketin, lê êdî divê ev sirgûnî bi dawî bibe. Ya ku li Amedsporê, li Amedê û bajarê me tê ew e ku Amedspor dê di 9ê Mijdarê de lîstika xwe li malê bilîze. Me ev soz ji berpirsên Rêveberiya Ciwanî û Sporê jî wergirt, me ligel wan nirxandinên pêwîst jî kirin. Bi piştgiriya wan em ê heta 9ê Mijdarê vê pêvajoyê bi awayekî erênî derbas bikin û Amedspora me dê di 9ê Mijdarê de li Amedê derkeve meydanê û bi serkeftinekê vê dema bêyom li paş xwe bihêle."

'Em ê piştgiriya xwe pêşkêş bikin' 

Bucakê got ku wek Şaredariya Bajarê Mezin ew ê bi hemû rêveberiyan, endamên meclîsê û komîsyonên sporê, ligel Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê vê pêvajoyê ji her demê zêdetir bişopînin û piştgiriya xwe pêşkêş bikin û wiha axivî: "Di her rewşeke neyînî ya ku dê ji vir û pê ve derkeve holê de em ê bi awayê herî lezgîn peywira xwe bi cih bînin. Em dixwazin ji hevalên ku xebat kirine, ji alîgirên Amedsporê ku vê pêvajoyê bi aramî birêve birin û bi awayekî aştiyane meşandin re spasiyên xwe pêşkêş bikin."

Hevşaredaran li antrenmanê temaşe kir 

Piştî daxuyaniyê Hevşaredarên ku antrenmana lîstikvanan temaşe kirin, ji lîstikvanan re şîranî pêşkêş kirin.

'Em li cem futbolîstan in' 

Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew li cem futbolîstan in û ji bo lîstika Erzurumsporê ji lîstikvanan re serkeftina bilind xwest.

Hevşaredar Hatun: Daxwaza me tenê yek e 

Hevşaredar Dogan Hatun jî got ku Amedspor ne tenê tîmeke Amedê ye û diyar kir ku ji bo wan hestên wê yên manewî bilind in, dema ku pirsgirêkek çêbibe hemû bajar li vir kom dibin û hewl didin ku tîmê xurt bikin. Hatun wiha got: "Daxwaza me ya tenê ji we ev e. Em hemû bi hev re bi struktura xurt û bi koordine bixebitin û tîmê bigihînin cihekî baş. Helbet dilê me dixwaze ku em derkevin Lîga Super. Bi piştgiriya me û xebata we em hêvî dikin ku em ê derkevin Lîga Super."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31