Semînera 'Dêûbavtî di Pêşdibistanê de' hat lidarxistin

Li odeyên lîstikê yên Navenda Jiyana Hevbeş a Sumerpark a girêdayî Şaredariya Mezin a Amedê, semînerek bi navê "Dêûbavtî di Pêşdibistanê de" ji bo dêûbavên zarokên ku li wir perwerde dibinin, hat lidarxistin.

Serokatiya Xizmetên Civakî, di dema ku perwerdehiya pêş dibistanê dide zarokan, projeyên berpirsiyariya civakî jî dimeşîne da ku dêûbav jî di jiyana perwerdehiyê ya xwendekaran de beşdar bibin.

Li Navenda Jiyana Hevbeş a Sumerparkê, ji aliyê Beşa Şêwirmendiya Psîkolojîk û Rêberiyê ve, semînerek bi mijara "Dêûbavtî di Pêşdibistanê de" ji bo dêûbavên zarokên ku li odeyên lîstikê perwerde dibînin hat lidarxistin.

Di semînerê de, ku di du koman de sibeh û nîvro hat dayîn, mijarên wekî "taybetmendiyên pêşketina 4-6 salî, pêşketinên fizîkî, kognitîf, zimanî, civakî û hestî, şiyanên xwe-lênêrînê, têkiliya rast a xwendekaran bi malbatê re û helwestên dêûbavan" bi rêya slaytan hatin ravekirin.

Şaredariya Mezin dê xebatên projeyên berpirsiyariya civakî yên ku xwendekar û malbatan piştgirî dikin bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31