Hevşaredar Hatun: "Rêbazên qeyûman her kesî dike neyarê hev"

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya derbarê binçavkirina Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm li şûna wî bûn.

Binçavkirina Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm li şûna wî, bi daxuyaniya çapemeniyê ya ji aliyê Platforma Kar û Demokrasiya Amedê û Platforma Saziyên Demokratîk ên Amedê ve hat protestokirin. Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûn ku li taxa Ofisê ya navçeya Yenişehirê hat lidarxistin.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, di daxuyaniya xwe de got ku di dema 8 salên qeyûman de li Amedê şaredariyê xizmetên bingehîn ên wek av, kanalizasyon, xizmetên civakî û çandî pêk neaniye.

Hatun bîr anî ku qeyûm nêzî 3.5 trilyon deyn li Amedê hiştiye û got: "Siyaseta qeyûm siyaseteke qirêj e. Gelê hêja yê Esenyurtê, qeyûm hat da ku bi berjewendiyên we bilîze. Divê hûn hişyar bin. Dema qeyûm tê civak têk diçe, rizîn dest pê dike. Gel bêçare dimîne."

"Ev xefik e"

Hevşaredar Hatun wiha axivî: "Li Wanê jî xwestin qeyûm deynin lê gel li ber xwe da. Hêza wan têra hêza gel nekir. Li Colemêrgê ji ber dozeke beriya 15 salan qeyûm danîn. Îro heman tişt ji şaredar Ahmet re dibêjin. Aşkera ye ku dosyaya şaredar Ahmet ji aliyê dozgerên FETOyî ve hatiye amadekirin. Ev xefik e. Îro ji bo pêvajoyekê nîqaş tê kirin. Ez hêvî dikim ku ev bibe pêvajoya aştiyê. Rêbazên qeyûman her kesî dike neyarê hev. Îro ne ji me re dijminahî lazim e, ne ji gelê Stenbolê re, ne ji gelê Colemêrgê re, ne ji Wanê re û ne jî ji Amedê re. Dema kaos dikeve kolanên bajaran, her kes, hemû partî ji vê yekê zirarê dibînin. Werin em bi hev re çareseriyê bibînin. Di qada aştî û demokrasiyê de çareserî hene. Dema agir bi daristanê dikeve, ê nebêje ev hişk e ev şil e, daristan tevde dişewite. Kekê Ahmet, em bi te re ne, em te wek îradeya gel dibînin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31