Demên berhevkirina gilêşan li Amedê hatin nûkirin

Şaredariya Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên navendî bi biryara xwe demên berhevkirina zibil û gilêşan nû kirin.

Komîteya Koordînasyona Zabita û Paqijiyê ya Parêzgehê, ku ji aliyê Şaredariya Mezin, û şaredariyên Sûr, Kayapinar, Baxlar û Bajarê Nû ve hatiye avakirin, derbarê xebatên paqijiyê yên li bajêr de biryareke nû girt.

Civîn li Şaredariya Mezin bi beşdariya Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin Reşat Bakan, Serokê Daîreya Parastina Hawirdor û Kontrolê Îbrahîm Yalçin, Serokê Daîreya Zabita Weysî Rûzgar, Mudirê Beşa Rêveberiya Zibilên Hişk Mehmet Baran û alîkarên serokên şaredariyên navçeyan pêk hat.

Di civînê de, demên berhevkirina zibilê ji bo Şaredariya Mezin û şaredariyên navçeyan wiha hatin diyarkirin: sibeh 05:00-07:00, nîvro 13:00-15:00 û êvar 19:00-21:00.

Di civînê de biryar hat girtin ku ji bo çavdêriya rêkûpêk a karên paqijiyê, sensorên kêm û kamerayan li wesayitan bên danîn. Her wiha hat diyarkirin ku paqijiya Bulvara Dîclekentê dê ji aliyê Mudiriyeta Paqijiyê ya Şaredariya Mezin ve 15 rojan bê kirin.

Torbeyên çopê dê li esnafên bazarên taxan bên belavkirin

Di civînê de herwiha biryar hat girtin ku Şaredariya Mezin û şaredariyên navçeyan bi dezgeh û komeleyên bazarên taxan re hevdîtinan pêk bînin. Piştî hevdîtinan, dê torbeyên zibilê li esnafên bazarên taxan bên belavkirin da ku pêşî li qirêjbûna deveran bê girtin.

Civîn dê berdewam bikin

Civînên Komîteya Koordînasyona Zabita û Paqijiyê ya Parêzgehê, ku tê de xebatên ku ji aliyê tîmên Serokatiya Daîreyên Zabita û Park û Baxçeyan ve tên meşandin tên nirxandin, dê mehê carekê berdewam bikin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31