Şaredariya Amedê Xwaringeha Gel a duyemîn li Bexlarê vedike

Şaredariya Mezin ya Amedê, Xwaringeha Gel a duyemîn li navçeya Bexlarê vedike. Şaredariya Mezin ji bo ku xwarinên erzan, paqij, bi tam û ewle pêşkêşî welatiyan bike, Xwaringeha Gel a duyemîn li kolana Emekê ya navçeya Bexlarê amade dike ku bixe ber xizmetê.

Şaredariya Mezin, li gor têgihiştina şaredariya civakî û ji bo kêmkirina cudahiya di navbera dabeşkirina dahatê de, di 29ê Tebaxê de projeya Xwaringeha Gel li Kolana Hunerê ya taxa Kooperatîfan a navçeya Yenişehirê dabû destpêkirin.

Di menuyê de dê 4 cure xwarin hebin

 Xwaringeha Gel dê ji bilî roja yekşemê her roj di navbera saet 12:00-17:00an de xizmet bike û 4 cure xwarin bi 70 lîreyî bê pêşkêşkirin. Xwaringeha Gel, ku bi taybetî ji bo kesên kêmdahat û xwendekaran hatiye plankirin, bi kapasîteya xizmetdayîna rojane ya 1000 kesan hatiye sêwirandin.

'Ji aliyê hemwelatiyan ve daxwazeke zêde heye' 

Xwaringeha Gel a duyemîn a ku dê di bin banê Şaredariya Mezin de xizmet bike, dê li kolana Emekê ya taxa Mewlana Xalit a navçeya Bexlarê bê vekirin.

Serperiştyarê Giştî yê MED A.Ş (Şîrketa Anonîm a Bazirganî û Pîşesaziyê ya Xizmetên Bajarî û Civakî ya MED) Ozcan Ortaç, der barê mijarê de agahî da û got ku ew bi awayekî çalak dixebitin ji bo vekirina şaxê duyemîn.

Ortaç destnîşan kir ku daxwazeke zêde ji aliyê welatiyan ve heye û wiha axivî: "Em wek Şaredariya Mezin a Amedê, li ser daxwaz û hewcedariyen gel ên ji bo Xwaringeha Gel, em dixwazin şaxa duyemîn li kolana Emekê ya Bexlarê vekin. Xebatên me berdewam in. Li vir jî dê di navbera saet 12:00 û 17:00an de belavkirina xwarinê çêbibe. Em plan dikin ku rojane xwarinê bidin 1000 kesan. Em plan dikin ku 4 cure xwarinê bi 70 lîreyî bidin."

Şaredariya Mezin dê li gorî hewcedarî û daxwazan hejmara Xwaringehên Gel zêde bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31