Ji bo zarokan qeydên atolyeyê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 5 atolyeyên nû ji bo ku tevkariyê li pêşketina zarokan bike, vedike.

Midûrtiya Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, xebatên xwe yên ji bo pêşdebirina zarokan û piştgiriya şarezayên wan ên civakî didomîne.

Li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ji bo zarokên 9-14 salî 5 atolyeyên nû bên vekirin serlêdanan dest pê kir.

Zarokên ku dixwazin ji atolyeyên Lîstikên Hiş, Huner, Îngîlîzî, Drama û Muzîkê sûdê werbigirin dê bi dêûbavên xwe re li Şaxa Zarokan a Sumerparkê qeyda xwe bikin.

Piştî ku pêvajoya serîlêdanê bi dawî bû, atolye dê 18ê Mijdarê roja Duşemê wek komên sibê û piştî nîvro dest pê bikin.

 

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30