Koçer ji vekirina riya zozanan pir kêfxweş in

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo 5 hezar kesan li zozanên Qerejdaxê dest bi karê vekirina riyeke 20 kîlometreyî kiriye. Welatiyên ku dibêjin ew pir kêfxweş in, wiha gotin: "Em koçer in, 40 sal in em tên van zozanan. Ji ber ku rê tunebû, me gelek zehmetî dikişand. Me daxwaza xwe ragihand, şaredarî niha tê û ji me re rê çêdike."

Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin, Lênêrîn û Koordînasyona Bingehîn a Riyan, ku ji bo veguhestina ewletir û rehet kar dikin, ne tenê ji bo cihên rûniştinê, herwiha ji bo zozanên ku xwedîkirina pez lê tê kirin jî dixebitin.

Ekîb ku ji bo zozanên Hişkê, Kamek, Roveketî, Qereçî û Koyungozû li Qerejdaxê bi karê vekirina riyeke 20 kîlometreyî berdewam dikin, armanc dikin ku di nav mehekê de riya ku 8 kîlometreyên wê vekirine, temam bikin.

Ji riya ku ber bi zozanan ve tê vekirin, dê 5 hezar kes ji gundên Karasungur, Biramehmetaxa, Xerabe, Karaçbelîk û Bulutçeker û ji mezreyên Tahir, Bedro, Çinarir, Darî, Kadirko, Şargo û Girerezan sûd werbigirin.

Koçer ku berê ji ber ku qet rê nehatibû çêkirin pirsgirêkên mezin dijîn, bi destpêkirina çêkirina riya nû, kêfxweşiya xwe anîn ziman.

'Me daxwaza xwe ragihand, tên û ji me re rê çêdikin' 

Muxtarê Gundê Xerabe Xelîl Daxtekin, ku li ser riya nû ya tê vekirin axivî, diyar kir ku bi xwedîkirina pez debara xwe dikin û got: "Em koçer in. 40 sal in em tên vir bi cih dibin. Berê rê tunebû. Gava zarokên me nexweş diketin, me ew li pişta keran bar dikir û me xwe digîhand rê. Jinên ducanî hebûn. Ji ber ku rê tunebû, bi zehmetî me xwe digîhand cihê ku rê lê hebû. Lê îsal me daxwaza xwe gîhand Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Niha ew jî tên û ji me re rê çêdikin. Em pir kêfxweş man. Em pir spas dikin. Xwedê şaredariya me ji ser serê me kêm neke."

'Em ji destpêkirina çêkirina riya xwe pir kêfxweş in' 

Muxtarê Gundê Delavgur Celaledîn Asar, ku got 40 sal in koçeriyê dikin, diyar kir ku ji xwedîkirina pez pê ve tu çavkaniyên wan ên dahatê tune ne. Asar ku got ji ber ku li gundên wan çêre nemane derdikevin zozanan, wiha axivî: "Em 6-7 û carinan jî 8 meh li vir dimînin. Ji biharê heta demsala zivistanê em tên vê zozanê û dimînin. Lê li vir jî baran û herî heye. Ji ber ku rê tune ye, em nikarin wesayîtên xwe bînin. Em dixwazin rê zûtirîn were temamkirin û zehmetiyên me bên çareserkirin. Em ji destpêkirina çêkirina riya xwe pir kêfxweş in."

'Em pir spasî Şaredariya Bajarê Mezin dikin' 

Menduh Balan ê ku li Gundê Karasungur rûdine, diyar kir ku şaredariyê ji bo wan dest bi çêkirina rê kiriye û got: "Em pir spas dikin. Em pir perîşan dibûn. Beriya du salan kesek li vir birîndar bû. Me nikarî ew bigihanda nexweşxaneyê. Koçeriya me bi deve û keran bû. Hûn dizanin li vir agir derket. Ji ber ku rê tunebû wesayît nikarin bikevin. Hindik mabû ku tevahiya Qerecadaxê di vî agirî de bibe xwelî. Niha ji me re rê çêdikin. Em pir spasî Şaredariya Bajarê Mezin dikin."

'Eger riya me bê çêkirin em ê kêfxweş bibin' 

Emîne Daxtekin a ji rûniştvanên gund, diyar kir ku her sal 6-7 mehan li zozanan dimînin û got: "Nexweşiyên curbicur çêdibin. Baran dibare. Jinên ducanî hene. Eger riya me bê çêkirin em ê pir kêfxweş bibin. Em spasiya şaredariya xwe dikin."

'Em dixwazin rê pir baş bê çêkirin' 

Zekiye Daxtekin a ji welatiyan jî wiha got: "Gava baran dibare em pir perîşan dibin. Nexweşî derdikeve, wesayît nikarin xwe bigihînin me. Em pir mexdûr dibin. Ji neçarî em li zozan in. Tiştekî me yê din tune ye. Li pey van pez û dewaran em pir perîşan dibin. Em dixwazin riya ku dê nû bê çêkirin pir baş bê çêkirin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31