Riya Bexçeyên Hewselê û pêpelûkên Fîskayayê hatin nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, karê nûkirina riya ku diçe Bexçeyên Hewselê yên ku di Nav Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê de cih digirin û karê lênêrîn û tamîrkirina pêpelûkên li Fîskayayê ku li navbirra Sûrên dîrokî ye, qedand.

Serokatiya Daîreya Çêkirin, Lênêrîn û Koordînasyona Bingehîn a Riyan, li Bexçeyên Hewselê û Fîskayayê yên ku di nav sînorên navçeya Yenîşehirê de dimînin û ji aliyê geştûguzara bajêr ve xwedî cihekî pir girîng in, di rê û pêpelûkên di navbera taxan de karê çêkirin, lênêrîn û tamîrkirinê pêk anî.

Rêveberiya Şaxa Lênêrîn û Tamîrkirina Riyan ku ji bo ewlehî û rehetiya welatiyan li seranserê bajêr karê çêkirin, lênêrîn û tamîrkirinê didomîne, riya ku diçe Bexçeyên Hewselê ya ku 150 metre dirêj û 5 metre fireh e, temam kir û pêşkêşî xizmeta welatiyan kir.

'Armanca me aramî û ewlehiya welatiyên me ye' 

Rêveberê Şaxa Lênêrîn-Tamîrkirina Riyan Ergûn Karxî, ku diyar kir ji bo ku welatî bikarin di qadeke aramtir û rehettir de meşê bikin li Bexçeyên Hewselê kar dikin, got ku bê navber dixebitin. Karxî derbarê karên ku hatine kirin de agahî da û wiha axivî: "Riya me ya ku diçe Bexçeyên Hewselê qadeke 150 metre dirêj û 5 metre fireh e. Li vir 150 ton maddeya bingehîn a ku em jê re dibêjin PMT hate raxistin. Ev ji tevliheviya sê cure agregeyan pêk tê. Di heman demê de 150 ton asfalta germ jî hate rijandin. Me li vir di qadeke bi tevahî 750 metre çargoşe de kar kir. Armanca me ya li vir ew e ku hem ji bo cotkarên me hem jî ji bo welatiyên ku tên vir ev kar hatin kirin da ku bikarin di qadeke aramtir û rehettir de meşê bikin."

Pêpelûkên Fîskayê hatin tamîrkirin 

Kargî derbarê karên lênêrîn û tamîrkirina pêpelûkên li Fîskayayê ya ku di nav sînorên navçeya Yenîşehirê de dimîne û li navbirra Sûrên dîrokî ye de jî agahî da û got: "Li Fîskayê pêpelûkên me yên 30 kuçeyan hebûn. Me li van jî di pêpelûkên bi qasî 3 hezar û 600 metre çargoşe de kar kir. Me 120 metre çargoşeyê wê bi bazalt çêkir. Me qada mayî ya 3 hezar û 480 metre çargoşe jî ji lênêrîn û tamîrkirinê derbas kir. Armanca me ew e ku em di her qadê de ji gelê xwe re hawirdoreke rehettir û aramtir biafirînin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31