Piştgiriya madî ji Şaredariyê ji bo 12 hezar û 168 malbatên xwedî kartên civakî

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo 12 hezar û 168 malbatên xwedî kartên civakî yên li 17 navçeyên bajêr, 1000 (hezar) TL xiste ser hesabên wan.

Serokatiya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, piştgiriya xwe ya madî û aynî ji bo malbatên rewşa wan a aborî nebaş berdewam dike.

Karmend li gorî serlêdanên kesane yên ji Alo 153ê û lîsteyên ku ji weqfên alîkarî û piştgiriya civakî ya navçeyan tên, piştî lêkolîna li cih biryar didin ku piştgiriyê bidin malbatên xizan ên ku guncan têne dîtin.

1000 TL piştgiriya madî hat dayîn

Di çarçoveya bernameya ku li gorî van lîsteyan hatiye amadekirin, her sê mehan carekê piştgirî bo malbatan tê dayîn. Serokatiya Xizmetên Civakî, ji bo ku malbat pêdiviyên xwe pêk bînin pere xiste ser kartên wan ên civakî. Ji bo hesabên kartên civakî yên 12 hezar û 168 malbatên dezavantaj, her yek 1000 TL hat barkirin.

Serokatiya Xizmetên Civakî, derbarê piştgiriya madî de SMS şand û hemwelatî agahdar kirin.

 

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31