TBB: Divê dawî li sepandina qeyûman were

Piştî civîna awarte ya li Enqereyê, Serokê Yekîtiya Şaredariyan a Tirkiyeyê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu diyar kir ku divê dawî li sepandina qeyûman were. Endamên Encumena TBB'ê, di nav de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî heyî, piştre bi serokên partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn.

Encumena Yekîtiya Şaredariyan a Tirkiyeyê (TBB) li ser tayînkirina qeyûman li şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê, li Enqereyê civîna awarte li dar xist. Piştî civîna ku Serokê TBB û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî beşdar bûn, derbarê tayînkirina qeyûman de daxuyanî hat dayîn.

'Huqûq bêpavax hatiye binpêkirin' 

Îmamoglu bîr anî ku piştî şaredariyên Colemêrg û Esenyurtê, di 4ê Mijdarê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Batman û Xelfetiyê jî qeyûm hatine tayînkirin û got: "Bi vê biryarê careke din bingehên huqûqê û mafên mirovan ên herî bingehîn bêpûke hatine binpêkirin. Îro demokrasiya me careke din birîneke kûr girt."

'Ji Wezîrê Karên Hundir re selahiyeta ji kar dûrxistinê nehatiye dayîn' 

Îmamoglu diyar kir ku li gorî Destûrê tedbîra ji kar dûrxistinê ya ku ji Wezîrê Karên Hundir re hatiye dayîn, tenê di rewşa ku organên îdareya mehelî derbarê peywirên xwe de sûcekî pêk bînin de dikare wek selahiyeteke awarte were bikaranîn. Wî got: "Di Qanûna Şaredariyê de jî li ser bingeha tayînkirina qeyûman di hukmê de ji Wezîrê Karên Hundir re selahiyeta ji kar dûrxistinê nehatiye dayîn."

'Sepandina qeyûman îradeya gel a ku bi Destûrê hatiye garantîkirin ji holê radike' 

"Sepandina qeyûman nîşaneya herî girîng a demokrasiya mehelî ya ku bi Destûrê hatiye garantîkirin, anku îradeya gel, ji holê radike. Ev sepandin ne tenê bi tayînkirina serok ve sînordar e, herwiha îmkana xebata meclisa şaredariyê, encumen û komîsyonên meclisê yên ku bi hilbijartinan hatine avakirin jî ji holê radike. Wisa ku, heta kesê ku wek qeyûm hatiye tayînkirin bang neke, meclisa şaredariyê nikare kom bibe. Peywir û selahiyetên meclisê, encumenê û komîsyonan ji aliyê endamên memûr ên encumenê ve tên meşandin. Ji ber van biryaran ku desthilat îmze kiriye, Tirkiye ji pergala şaristaniyê qut dibe û ber bi lîga rejîmên totalîter ve tê kişandin. Ev gavên ku ji huqûqê dûr tên avêtin, welatê me ji demokrasiya hilbijartinê derdixe. Yên ku welêt bi rê ve dibin, eger bikarin bên hilbijartin vê wek îradeya neteweyî dibînin; eger nikaribin bên hilbijartin qeyûman dixin dewrê."

'Rêya destdanîna bi rêya karê îdarî hat hilbijartin' 

Îmamoglu anî ziman ku tenê 8 meh di ser hilbijartinên mehelî re derbas bûne ku gel bi awayekî demokratîk nûnerên xwe hilbijartine û got: "Rêveberên mehelî hê nû plana xwe ya ka dê çawa şaredariyên xwe bi rê ve bibin çêkirine. Şaredariyan hê nû bûdçeyên xwe û planên xwe yên stratejîk ên pênc salî amade kirine, hê nû gihiştine rewşa ku amade ne şaredariyê bi rê ve bibin. Bi sepandina qeyûman, bûdçeya ku bi bacên gel û beşdariya wan hatiye avakirin, li şûna bikaranînerê wê yê meşrû yê rêveberê mehelî, radestî memûrekî Wezareta Karên Hundir hatiye kirin. Îdareya navendî bûye amirê hîyerarşîk ê şaredariyan. Biryarên ku di 8 salên dawî de hatine girtin û sepandinên ku hatine kirin, rêveberiya wesayeta keyfî li welatê me derxistiye holê. Êdî hikûmeta navendî, mixabin rêya destdanîna bi rêya karê îdarî hilbijartiye ji bo rêveberiya şaredariyên ku bi hilbijartinan bi dest nexistine."

'Divê TBMM bikeve tevgerê' 

Îmamoglu diyar kir ku divê dawî li sepandina rêziknameyên qeyûman ên ku di rewşên awarte de hatine anîn û di demên asayî de jî tên bikaranîn were û wiha axivî: "Di rewşa ku serokê şaredariyê vala bimîne, di çarçoveya prensîbên bingehîn ên di qanûnê de hatine diyarkirin de, divê sepandina hilbijartina serok an cîgirê serok ji nav endamên meclisê, di nav de sepandina qeyûm jî, bê îstîsna berdewam bike. Em wek TBB ji bo ku bi partiyên siyasî re bi awayekî herî xurt şêwir bên kirin ji bo dawîlêanîna van sepandinên nedemoktratîk, îro dest bi tevgerê dikin. Ji bo ku rê li ber sepandinên ku di platformên neteweyî û navneteweyî de nayên şîrovekirin neyê dayîn, divê TBMM bikeve tevgerê da ku rêziknameya qeyûman were rakirin û qanûnên hilbijartinan bên lêkolînkirin."

Endamên Encumena TBBê bi Ozel re hevdîtin kir 

Serokê TBB Îmamoglu, endamên Encumena TBB; Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Eskîşehirê Ayşe Unluce, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê Vahap Seçer û Seroka Şaredariya Edîrneyê Filiz Gencan Akin, piştî daxuyaniyê çûn TBMM'ê da ku bi nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin pêk bînin. Endamên Encumena TBB'ê ku hevdîtina pêşî bi Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel re li TBMM'ê pêk anîn, dê di nav rojê de bi serokên giştî yên partiyên siyasî re hevdîtinan bidomînin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31