Şaxa duyemîn a Xwaringeha Gel 10ê Mijdarê tê vekirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, dê di 10ê Mijdarê de şaxa duyemîn a Xwaringeha Gel ya ku xizmeta xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêşî welatiyan dike, vekin.

Şaredariya Bajarê Mezin, hejmara Xwaringehên Gel yên ku xizmeta xwarinên erzan, paqij û xweş pêşkêşî welatiyên kêmdahat dike, zêde dike. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ku di 29ê Tebaxê de li Taxa Koperatîfan a navçeya Yenîşehîrê li Kolana Hunerê Xwaringeha Gel vekir, li Taxa Mewlana Xalit a navçeya Baglarê xebatên ji bo şaxa duyemîn a xwaringeha li Kolana Emekê hatibû destpêkirin temam kir. Li Xwaringeha Gel a navçeya Baxlarê ku ji bilî yekşemê her roj saet di navbera 12.00-17.00an de vekirî ye, dê xwarina 4-celeb bi 70 lîreyî bê dayîn. Xwaringeha Gel ji bo ku bikaribe rojê ji hezar kesî re xizmet bike hate çêkirin.

Hevşaredar dê xwaringehê vekin

Vekirina şaxa duyemîn a Xwaringeha Gel ji aliyê Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun ve 10ê Mijdarê roja Yekşemê saet di 13.00 de tê lidarxistin.

Şaredariyê gel vexwende merasîma vekirinê

Şaredariya Bajarê Mezin, welatî vexwendin vekirina şaxa duyemîn a Xwaringeha Gel.

Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî hewcedarî û daxwazê wê hejmara Xwaringehên Gel zêde bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30