DÎSKÎyê di xetên kanalîzasyon û avê de 5 hezar û 262 kêmasî çareser kir

Ekîbên Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 7 mehên dawîn de, li navçeyên navendî di şebekeya kanalîzasyon û ava vexwarinê de, 5 hezar û 262 xeletî sererast kirin û 92 hezar û 325 metre xetên kanalîzasyon û ava baranê paqij kirin.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên xwe yên ji bo rakirina xerabûna ava vexwarinê û kanalîzasyonê ya li navenda bajêr diqewimin didomîne.

Di 7 mehên dawî de li navçeyên Yenîşehîr, Baxlar, Kayapinar û Sûrê, 5 hezar û 262 kêmasiyên kanalîzasyon û ava vexwarinê ji aliyê ekîbên Midûriyeta Kanalîzasyon û Ava Vexwarinê ve bi nirxandina îxbarên ku ji welatiyan hatin kirin, hatin bersivandin.

Bersiva tavilê li ser xeletiyên ava vexwarinê

Tîmên lênihêrîn û tamîrkirinê yên girêdayî Dezgeha Ava Vexwarinê hewildanên germ û gur dikin dema ku di peydakirina ava vexwarinê de qutbûnek çêbibe, ku hewcedariya herî bingehîn e, demildest çareser bikin. Ekîban di 7 mehên dawî de li navenda bajêr 2 hezar û 857 xetên ava vexwarinê sererast kirin.

2 hezar û 405 xeletiyên kanalîzasyonê hatin çareserkirin

Midûriyeta Kanalîzasyonê, di 7 mehên dawî de bersiva 2 hezar û 405 kanalîzasyonê da. Ekîban piştî bersivdayîna qusûrên binerdê, asfalt li kuçeyên xisar dîtine kirin.

92 hezar û 325 metre xetên kanalîzasyon û ava baranê hatin paqijkirin

Di çarçoveya xebatan da ekîban di 7 mehan de şebekeya kanalîzasyon û ava baranê ya 92 hezar û 325 metreyî paqij kirin û xebata aktîf ya xetan misoger kirin. Ekîban her wiha 7 hezar û 21 çîmentok û 2 hezar û 33 izgara jî paqij kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31