Hevşaredar beşdarî meşa dijî tayînkirina qeyûman bûn

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî meşa ku ji ber ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê û şaredariyên Êlih, Esenyurt û Xelfetiyê hatine kirin, bûn.

Rêxistinên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê, ji ber ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih, Esenyûrt û Xelfetiyê hatine kirin, bi meşekê şermezar kir. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tulay Hatimogullari, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevserokên şaredariya navçeyan û nûnerên saziyên sivîl beşdarî meşê bûn.

Koma qelebalix a ku Hevserok jî di nav de bû, ji Deriyê Çiyê heta Birca Keçikê meşiyan.

Hatimogullari: Qeyûm dizîna îradeya gelan e

Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tulay Hatîmogullari piştî meşê daxuyanî da û diyar kir ku tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan ne hiqûqî ye û got, “Qeyûm tê wateya darbeyê. Qeyûm diziya vîna Kurdan û hemû gelên din e. Qeyûm tê wateya dizîna mafê dengdanê û hilbijartinê ji hemû grûpên opozisyona vî welatî, bi taybetî gelê Kurd. Di makeqanûnê de cihê qeyûmtiyê nîne. Qeyûmtî kirinek neqanûnî ye. Qeyûm ne tenê li dijî Destûra Bingehîn e, her wiha li dijî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye alîgirê wan e û li dijî hiqûqa navneteweyî ye jî. Bi gotineka aşkere, qeyûmtî gendelî, çetetî û dizî ye.”

Hatîmogullari da zanîn ku divê her kes demokrasiyê biparêze û wiha got: “Li Esenyurtê hemû kesên ku dixwazin mafê bijartin û hilbijartinê biparêzin hatine cem hev, divê em hê zêdetir bên cem hev. Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin heta em qeyûman bişînin ji ser van waran."

Piştî axaftina Hatîmogullari çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31