Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya prensîbên demokrasiya rasterast û rêveberiya şefaf de, dê yekemîn rûniştina civîna asayî ya meha Mijdarê ji raya giştî re vekirî li ber Şaredariya Bajarê Mezin pêk bîne.
Civîna asayî ya meha Mijdarê ya Meclîsê wê 11ê Mijdarê roja Duşemê saet di 14.00 de dest pê bike. Rûniştinên xwe yên din ên meclisê dê heta 15ê Mijdarê roja Înê li salona meclisê berdewam bikin.
Banga beÅŸdariya gel dikin
Armanca civîna ku dê ji raya giştî re vekirî be jî ew e ku hemwelatî der barê xebatên şaredariyê de bêtir agahdar bibin û rasterast karibin beşdarî pêvajoyê bibin.
Di civîna ku dê daxwaz û pêşniyarên gel bên wergirtin de, dê rojevên têkildarî xebatên şaredariyê hatine diyarkirin bên nîqaşkirin.
Â