Hevşaredar Bucak: Ji bo ku bêîstîqrarî kûr nebe erkên her kesî hene

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a şaredariyan da û diyar kir ku ji bo ku bêîstîqrarî kûr nebe hikûmet, ode, dînamîkên sivîl û rêveberiyên herêmî erkên girîng hene.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, li Taxa Bagcilarê beşdarî merasîma vekirina avahiya xizmetê ya Odeya Muhasebekar û Şêwirmendên Malî ya Serbixwe ya Amedê (DSMMMO) bû.

Hevşaredar Bucak di merasîmê de axivî û spasiya kesên ku ked dane avahiya odeyê ji Amedê re anîne kir û got, "Bila avahiya we ji gelê Amed û Amedê re bi xêr û xweşî be."

Hevşaredar Bucak bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û got, "Ez desteserkirina îradeya şaredariyên Colemêrg, Esenyurt, Mêrdîn, Xelfetî û Êlihê li ser navê hevşaredar, endamên meclîsê û hilbijêrên van deran şermezar dikim.”

'Em ê demokrasiyê biparêzin'

Hevşaredar Bucak di berdewamiya axaftina xwe de got ku sîstema hilbijartinê dikare were rexnekirin.

"Em dikarin sîstema hilbijartinê ya li Tirkiyeyê jî, hem hilbijartinên giştî û hem jî yên herêmî rexne bikin, lê em nikarin coş û kelecana hilbijartinên herêmî rexne bikin. Wek hûn jî dizanin, bi taybetî li herêma me rejîma qeyûman heye; rejîmek qeyûmtayînkirinê ku Hikûmeta heyî li ser vê yekê israr dike. Me sedema israrkirinê fêm nekir. Bi rastî jî tu destkeftî ji hikûmetê re neanî, ji ber ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de, van kesan bi rastî dengê xwe dabûn wan, lê xuya ye ku bersiva gel têra xwe nehate bihîstin, nehat bihîstin. Lê belê li gel van hemû pêkanînên dijdemokratîk, em gelên hilbijartî, hemû dînamîkên bajêr, ode, sendîka, li ku derê sîstemeke hilbijartinê hebe, heta dawiyê dişopînin. Em ê sindoq, hilbijartin û demokrasiyê biparêzin."

'Em jiyana wekhev û azad diparêzin'

Bucak aşkere kir ku şêwirmendên malî ji ber pîşeya xwe krîza aborî ya welêt baş dizanin. Bucak wiha got: "Hûn wek şêwirmendên darayî û muhasebeyên serbixwe, ji saziyên cemawerî heta kargehên taybet, li naverast û metbexa her beşê civakê ne û li cihekî ku pûlseya aboriya vî welatî diparêzin. Hûn ji xala herî navendî de xwedî fermana sektora taybet in. Ji ber vê yekê hûn ji paşeroja aborî ya vî welatî pir agahdar in. Dema em doza jiyaneke wekhev, azad û demokratîk dikin, bila bajarên pêşketî, aboriyeke pêşketî û pergaleke perwerdehiya demokratîk biparêzin.”

'Pêdiviya me bi rêxistinbûnê heye'

Bucak destnîşan kir ku ew muxalefet girîng in lê haya wan jê tune ye û wiha got: “Di vê wateyê de pêwîste em hîn bêhtir bi rêxistin bibin û hêza xwe hîn zêdetir haydar bin. Lê em bi hêvî ne, ji ber ku darbe, desteserkirin, binpêkirinên mafan û bêhiqûqiyên ku tên serê me, helbet wê me zêdetir bîne cem hev. Helbet divê têkoşîna demokratîk, têkoşîna maf û hiqûqê di her aliyê civakî, sazî û jiyanê de be. Lê 5 roj in li bajarên me gelê me li kolanan vê yekê tîne ziman û dipirse çima hevşaredarên ku min hilbijartibûn bi neheqî û bêhiqûqî ji wezîfeyê hatin bidûrxistin. Ev mafê herî rewa yê demokratîk e. Lê belê ev mafê me yê herî demokratîk û rewa jî bi muameleya xerab tê binpêkirin. Têkoşîna mafên demokratîk li qadan, li kolanan, li ber şaredariyên hatine desteserkirin rewa ye, mafê herî bingehîn ê gel e."

'Divê em rastiyan bînin ziman'

Hevşaredar Bucak işaret bi girîngiya têkoşîna maf û azadiyan kir û got, “Di vê wateyê de hem hikûmet, hem jûre, hem hemû dînamîkên sivîl ên welatê me û hem jî rêveberiyên herêmî xwedî erkek pir girîng in. Em hêvîdar in ku hikûmet di zûtirîn dem de dev jê berde û helwêst û siyaseteke aqilane bimeşîne da ku bajar ji aliyê kesên hilbijartî ve bên birêvebirin. Nexwe wê ev kaos kûrtir bibe, bêîstîqrarî kûrtir bibe û hawîrdora ne ewlehtir jî bêewletir bibe. Helbet ez naxwazim axaftina xwe bi rojeveke xemgîn bi dawî bikim, lê divê em rastiyan jî bînin ziman. Ez dixwazim balê bikişînim ser girîngiya demokrasiya li ser asta herêmî, rêxistinbûna demokratîk û hilbijartî û li vir jî ez dixwazim diyar bikim ku ev yek dê di asteke mezin û makro de çawa li paşeroja Tirkiyeyê nîşan bide."

Li dû axaftinan avahiya xizmetê ya DSMMMOyê hate vekirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31