Rojên Şanoya Jinan a Amedê di Roja Pêncemîn de ye

Di çarçoveya Rojên Şanoya Jinan a Amedê ya 1'emîn a ku ji aliyê Şanoya Bajar a Şaredariya Mezin a Amedê ve tê lidarxistin de, lîstika "Hîn Jî Gotina Me Neqedîyaye" ya ku ji Sineyê hatiye û lîstika "Sevgi Soysal Li Ser Jiyînê Israr Dike" ya BGST'ê hatin pêşkêşkirin.

Rojên Şanoya Jinan a Amedê ya 1'emîn a ku ji aliyê Şanoya Bajar a Şaredariya Mezin a Amedê (ŞBŞMA) ve tê lidarxistin, bi lîstikên ku di roja pêncemîn de hatin pêşkêşkirin, berdewam kir. Li Şanoya Bajar a Amedê, lîstika bi navê "Hîn Jî Gotina Me Neqedîyaye" ya ku ji bajarê Sineyê ya Îranê hatiye, hat pêşkêşkirin. Lîstik, nakokiya di navbera nivîskareke ciwan a ku dixwaze çîroka bavê xwe û birayê xwe yên ku ji ber sedemên siyasî hatine îdamkirin binivîse û dayika wê de derbas dibe, vedibêje.

Piştî lîstikê, nivîskar Sûreyya Karacabey, plakêt da lîstikvanên lîstikê.

'Sevgi Soysal Li Ser Jiyînê Israr Dike'

Li Navenda Çand û Kongreya Amedê jî, Koma Hunerên Pêşkêşiyê ya Bogazîçî (BGST), lîstika bi navê "Sevgi Soysal Li Ser Jiyînê Israr Dike" ku jiyana Sevgi Soysal a ku di navbera salên 1936-1976'an de jiyaye û nivîskar, wergêr û bernamegerê radyoyê bû, dike navend, pêşkêş kir. Di lîstika ku ji aliyê Duygu Dalyanoglu ve hatiye nivîsîn û ji aliyê Aysel Yildirim ve hatiye derhênan de, Banu Açikdeniz, Burcu Isra Kanbakoglu, Duygu Dalyanoglu, Nihal Albayrak û Zeynep Okan rol girtin. Di lîstika ku ji du perdeyan pêk tê de, rêwîtiya Soysal a ber bi dîroka xwe û dîroka welêt ve, bi riya karakterên di pirtûkên wê de, dema ku ew li Londonê ye ji bo tedawiya penceşêrê, tê vegotin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31