Tîmên hentbol û voleybolê yên Şaredariyê bi ser ketin

“Diyarbekir Buyukşehir Belediyespor” di pêşbirkên lîgê yên şaxên hentbol û voleybolê de li hemberî reqîbên xwe bi ser ket.

“Diyarbekir Buyukşehir Belediyespor”a ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de hat avakirin, di pêşbirkên hentbol û voleybolê de bi serketinê hefte bi dawî kir.

“Diyarbekir Buyukşehir Belediyespor”a ku di Koma G ya Lîga 2yemîn a Hantbola Mêran a Tirkiyeyê de têdikoşe, li salona Tesîsên Sporê ya Kayapinarê bi “Van Buyukşehir Belediyespor”ê re hat hemberî hev. Werzişvanên DBB'ê beriya pêşbirkê kulîlk dan hem lîstikvanên dijber û hem jî hakem.

Tîma DBByê bi skora 29-25 bi serketinê derket pêşbirkê.

Piştî maçê ji lîstikvanên “Van Buyukşehir Belediyespor”ê re li xwaringeha gel xwarin hat dayîn.

Lîga Voleybolê ya Herêmî ya Jinan

Di Lîga Voleybolê ya Herêmî ya Jinan de Klûba Sporê ya DBB'ê li Salona Sporê ya Koşklerê mazûvaniya Klûba Sporê ya Antepîa kir. Di pêşbirka dijwar de tîma DBB'ê bi encama 25-10, 25-12 û 25-17 setan 3-0 tîma Antepiyayê têk bir.

 Di futbolê de beraber man

Di Koma Ayê ya Super Amator a Diyarbekirê de Tîma Futbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Stada Seyrantepe Şîlbe bi Surkent 21 Gençliksporê re hat hemberî hev. Maç bi encama 1-1 bi dawî bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31