Projeya Perwerdehiya Ehliyetê dê bi 28 jinan re bê pêkanîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê di meha Kanûnê de bi 28 jinan re Projeya Perwerdehiya Lîsansa Ajotinê ya Ajokara Otobusan a Jin a ku ji bo ji jinan re qadên nû yên îstîhdamê veke û tevkariyê li xurtkirina wekheviya zayendî bike, dabû destpêkirin, pêk bîne.

Projeya Perwerdehiya Lîsansa Ajotinê ya Ajokara Otobusan a Jin ji aliyê Serokatiya Karûbarên Jin û Malbatê û Wezareta Veguhastinê ve hat pêşxistin. Armanca projeyê hem bi perwerdekirina ajokarên otobusê yên jin hem derfetên nû yên kar ji jinan re veke û hem jî tevkariyê li wekheviya zayendî bike.

Di çarçoveya projeyê de 258 jinên 24-35 salî yên li Amedê dijîn serlêdan kirin. Piştî îmtîhanan 28 jinan mafê beşdarbûna Projeya Perwerdeya Ewlehiya Otobusê wergirt.

Proje dê di meha Kanûnê de dest pê bike

Bi projeya ku di meha kanûnê de bê destpêkirin dê bi hevkariya dibistanên ajotinê ji 28 namzetên jin ên ajokarê otobusê re perwerdeya teorîk, teknîkî, pratîk û qadê bê dayîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî ku pêvajoya wergirtina ehlîyeta ajotinê ya jinan bi dawî bû, dê 1 mehê bi giştî 6 saetan perwerdehiya pratîkî ya qada zêde bide.

Şaredarî dê mesrefan bigire

Mesrefên perwerdehiya kursê û ehliyet di çarçoveya projeyê de dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bê dayîn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31