Piştgiriya wesayitên paqijiyê ji Şaredariya Bajarê Mezin bo Şaredariya Samandagê

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Wesayîta Malîna Rê ya ku bi biryara Meclisê hatibû tayînkirin radestî Şaredariya Samandag a Hatayê ya ku di erdheja 6ê Sibata 2023an de zirareke mezin dîtibû, kir.

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di civîna asayî ya meha cotmehê de pêşnûmeya navçeya Samandag a Hatayê ya ku di erdheja ku navenda wê Mereşê bû û nifûsa wê di ser 124 hezarî bû 200 hezarî re, zirareke mezin dîtî, hat nirxandin. Meclîsê daxwaza Şaredariya Samandagê ya ku ji bo paqijkirina kolanan ji bo 4 salan Wesayîta Malîna Rê ya Şaredariya Bajarê Mezin bê tayînkirin qebûl kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak a ku çû navçeya Samandag a Hatayê ji aliyê Şaredarê Samandagê Emrah Karaçay ve hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê Hevşaredar Bucak û kesên pê re derbasî avahiya xizmetê ya şaredariyê bûn.

 Hevşaredar Bucak: Em welatek demokrasiya xwecihî pêş ketî dixwazin

Hevşaredar Bucak di serdanê de axivî û diyar kir ku ew bi ferasetekê re rû bi rû ne ku hilbijartî naxwazin fêm bikin ku ev îradeya gel e û got, "Helbet ji Samandag heta Amedê, ji wir heta Êlih û Esenyurtê ku kesên hilbijartî peywira xwe didomînin, demokrasiya xwecihî û beşdar tê destekkirin. Em hêvî dikin ku em bi hev re vê yekê ava bikin. Em ê bi hev re bi hêztir rêya xwe bidomînin."

'Ya girîng yekîtiya gelê me ye'

Bucak diyar kir ku ew li ser vexwendina Meclîsa Jinan a Hatayê ya Partiya DEM'ê ya ji bo çalakiya jinan hatiye bajêr û wiha dewam kir: "Bi vê minasebetê me karî em bên serdana we û kamyona nalîna rê ji we re bînin, ku demeke dirêj e me dixwest ji we re diyarî bikin. Em serketinê dixwazin û hêvî dikin ku kolan bi rengekî xweş werin paqijkirin. Ew hinekî têk çû, lê me tenê dema ku me şaredariyek ji qeyûm stend, karî têkeve pêvajoyek başbûnê. Ji niha û pê de jî em dixwazin bi kiryarên wiha hevaltî û hevkariya me hem ji aliyê manewî û hem jî dem bi dem bidome. Ya girîng yekîtî, hevaltî, mil bi mil, hevkariya gelê me ye, hem di warê çandî, hem jî di warê rewşenbîrî û hem jî di warê xebatên şaredariyê de em dikarin bên gel hev."

Karaçay: Hevgirtina we ji bo me pir bi qîmet e

Şaredarê Samandagê Emrah Karaçay, diyar kir ku piştî di hilbijartina 31ê Adarê de bi ser ketin, hin şaredarî, wezaret û saziyên dewletê hemû wesayîtên xwe paşde girtin û 3 mehan bi çopê re mijûl bûn. Karaçay da zanîn ku ji bo vê yekê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kamyonek malîna rê xwestine û wiha got: “Piştî hilbijartina me alîkarî hat qutkirin, kamyonên malîna rê û paqijî pêdiviyeke gelekî cidî bû. Dibe ku ji bo we birînên Hatayê an jî birînên Samandag derman bikin tiştekî biçûk be, lê ji bo me tiştekî pir mezin e, ji bo me pir bi qîmet e. Hevgirtin û piştgiriya we ji bo me pir bi qîmet e. Tevî ku we ji Amedê silav da jî, ji bo me pir bi qîmet bû, hûn hatin vir, em gelek kêfxweş bûn.”

Karaçay têkildarî tayînkirina qeyûman jî got, "Em desteserkirina vîna gel qebûl nakin."

 

Piştî axaftinan Şaredarê Samandagê Karaçay neyeka ku ji qamîş û berhemên herêmî yên Koperatîfa Jinan a Samandagê tên çêkirin diyarî Hevşaredar Bucak kir.

Wesayît hatiye teslîmkirin

Piştî civînê Wesayîta Malîna Rê ji aliyê Hevşaredar Bucak ve radestî Şaredariya Samandagê hat kirin.

Di serdana Şaredariya Samandagê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Reşat Bakan, Hevseroka Meclîsê Emîne Akin, serokên daîreyan, Hevserokê Partiya DEM'ê ya Hatayê Naîm Ozbek û Serokê Partiya Karkerên Tirk (TÎP) yê Hatayê Hasan Yilmaz jî amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31