Hevşaredar Hatun: Fûara Gurmeya Mezopotamyayê ji bo danasîna bajêr pir girîng e

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, di vekirina Fûara Gurme û Tamên Herêmî ya Mezopotamyayê de axivî û diyar kir ku fuar ji bo danasîna bajêr gelekî girîng e.

Fûara Gurme û Tamên Herêmî ya Mezopotamyayê ya ku ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û Fûarvaniya Mezopotamyayê ve û bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin ve tê lidarxistin, hat vekirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku fuar ji bo danasîna bajêr gelekî girîng e û got, “Mezopotamya welatekî girîng e, du çemên wê yên girîng hene; Yek Firat e, ya din Dîcle ye. Ji roja ku dîroka cîhanê dest pê kiriye ava van çeman qet nesekinîye. Erdê wê bi bereket e, lewma bereketa wê gihîştiye cîhanê. Li Mezopotamyayê Rêya Îpekê û Rêya Biharatan hebû û ew eksen îro jî li vî warî berdewam e. Amed jî pêşengiya Mezopotamyayê dike. Bajarekî pîroz e. Genim yekem car li Mezopotamyayê hatiye çandin. Mezopotamya xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye û mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye. Di nava 12 hezar salan de 33 şaristanî bi av û axa xwe heta îro hatine. Divê em vê mîrateya qedîm biparêzin û bigihînin hezar salên din. Wek Şaredariya Bajarê Mezin em ê pêşengiya vê çandê bikin.”

'Van waran ji me re gelek mîras hiştin'

Hevşaredar Hatun diyar kir ku van waran gelek mîrat ji wan re hiştine û wiha got: “Em dixwazin zarokên xwe bi çand, ziman, huner û dîrokeke hezar salan mezin bikin. Hêza tu kesî tune ku zimanê me, hunera me, çanda me ji destê me derxîne. Ne hewceyî vê yekê ye, binêre, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya me 59 bajar kom kiriye û her kes dikare berhemên ku li erda xwe çêdibin û berhemên ku li erdnîgariya wan şîn dibin bi hev re nîşan bide. Çima em nikarin li van xakan du ziman, du huner, deh huner, deh çand bi hev re zindî bihêlin? Vê çandê em mezin kirine. Em dikarin wê pêk bînin. Em dikarin dewlemendî û cihêrengiyên cuda tehemûl bikin, lê daxwaza me ew e ku em jî bi vî awayî bên qebûlkirin. Divê her kes vê fam bike. Careke din spasiya endamên rêveberiya Odeya Bazirganiyê û hemû xebatkarên wan dikim ku fuarek wiha li dar xistin. Bi hêviya pêkvejiyaneke bi awayekî ku pêşeroja vî welatî radestî derdorên tarî neke."

 Hevşaredar Hatun stand ziyaret kirin

Piştî vekirinê Hevşaredar Hatun û pê re standên li fuarê hatin vekirin ziyaret kirin û bi rayedarên şîrketê re sohbet kirin.

DBB'ê li fuarê stand vekir

Ji 59 parêzgehan 170 şîrket beşdarî fûarê bûn û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî stand vekir. Fuar dê 6 rojan vekirî bimîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31