Dest bi danîna 1 mîlyon kulîlkan hate kirin

1 milyon û 30 hezar kulîlkên demsalî yên curbecur û rengorengo yên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi derfetên xwe, li dezgehên xwe hildiberîne, çandina wan dest pê kir.

Midûriyeta Şaxa Şitil û darûberkirinê ya Daîreya Park û Baxçeyan xebatên xwe yên ji bo Amedeke hêşîntir û estetîkî didomîne, hin kulîlkên demsalî yên zivistanê hildiberandin li Midûriyeta Hilberîna Şitilan a li navçeya Yenîşehîrê çandin.

Di xebata ku dê teserifa aborî ya girîng jî pêk bîne, Midûriyeta Şaxa Şitil û Darûberkirinê dê 500 hezar binefşî sor, zer û spî, 530 hezar kelemên xemilandî yên bi rengên sor û spî ji bo xaçerê û naverêyên navçeyên Sûrê, Yenîşehîr, Baxlar, Kayapinar di demsala zivistanê de bi giştî milyonek şitil wê 30 hezar kulîlk çêbike.

Kulîlkên ewil ên demsalê li Baxlarê hatin danîn

Midûriyeta Şaxa Şitil û Darûberkirinê a ku bi dabeşkirina salekê li ser heyamên havîn û zivistanê cureyên kulîlkên demsalî çêdike, li 4 navçeyên navendî xebatên rakirina kulîlkan, paqijkirina cih û binesaziyê bi dawî kir, beriya ku li ser naverê û xaçerêyan kulîlk biçînin.

Piştî xebatên binesaziyê ku qediyan, Midûriyeta Park û Baxçeyan kulîlkên ewil ên demsalê li naverê û xaçerêyên Bulvara Dîcleyê û Kolana Ahmet Bîlgîn a navçeya Baxlarê danîn axê.

Kulîlk wê heta meha Nîsanê naverê û xaçerêyên bajêr bixemilînin

Ekîb wê 1 milyon û 30 hezar kulîlkên ku li nuqteyên cuda yên bajêr çêdikin li gor bernameya xebatê ya ku di mehên payîz û zivistanê de hatine diyarkirin binirxînin.

Nebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve tên hilberandin dê heta meha Nîsanê naverê û xaçerêyên navçeyên Baxlar, Kayapinar, Sûr û Yenîşehîrê bixemilînin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31