Hevşaredar Hatun: Em ê xwedî li Amedsporê derkevin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, di kongreya awarte ya Amedsporê de axivî û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin Amedsporê.

Kongreya Awarte ya Amedsporê li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê pêk hat. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Serokê Klûba Amedsporê Azîz Elaldî, endamên lijneya rêveberiyê, nûnerên saziyên sivîl û heyran beşdarî kongreyê bûn. Hevşaredar Hatun di ketina salonê de ji aliyê temaşevanan ve bi çepikan hat pêşwazîkirin.

 Di dengdana piştî axaftinan de Burç Baysal ji bo Serokê Klûba Amedsporê hat hilbijartin. Ligel endamên lijneyê, Lijneya Şêwirmendiya Bilind (YÎK) ya ji 40 kesî jî hat diyarkirin. Di serî de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak bû.

Hevşaredar Hatun: Amedspor nasnameya me ye

Hevşaredar Dogan Hatun, piştî tayînkirina rêveberiya nû, spasiya hemû kesên ku ji damezrandina Amedsporê heta niha ked dane Amedsporê kir û got, “Rastiya vê qadê ew e ku carnan pêş ve diçe, carinan jî paşde diçe. Helbet dil her tim dixwaze bi pêş bikeve. Em dixwazin gelê me û bajarê me di her warî de pêş bikeve, carinan hin tişt ji destê mirov nayê. Hin tişt ne li ser bextî, lê li ser xwedîtiyê ne. Amedspor wek nasnameya me ye. Çawa ku zimanê me nasnameya me ye, çand û hunera me nasnameya me ye, Amedspor jî nasnameya me ye. Mafê me nîne em jê bigerin. Em soz didin ku em ê Amedsporê biparêzin. Hevalên me ji bo ku me bigihînin vê lîgê gelek ked dan, lê divê em bifikirin ka ji bo vê lîgê çi amadekarî kirine. Divê em kêmasiyên xwe bibînin.”

'Stada Şîlbê dan Diyarbekirsporê'

Hevşaredar Hatun diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin dikare di çareseriya pirsgirêkên Amedsporê de pêşengiyê bike û wiha got: “8 salan wêraniyeke mezin li pey xwe hiştin. Em niha xwe amade dikin ku bingehek ji bo xebatên pêşerojê deynin. Niha agahiyek hat ku Stada Şîlbê daye Diyarbekirsporê. Ew ne girîng e. Em ji vir bang li wan dikin; Tiştê ku hûn ji me distînin bidin me, em soz didin, çi xizmetê hewce bike em ê bikin. Bajar bajarê me ye, nasnameya me nasnameya me ye, ax axa me ye. Em dizanin ku hûn nikarin vî bajarî bi tena serê xwe îdare bikin. Bajarekî kevnar e û dîroka wê 12 hezar sal e. Ji nav hundir jî hin bêhnên nexweş tên; em bêhnên gemar di hundirê xwe de qebûl nakin. Em dikarin ji hemî pirsgirêkên tîmê re çareyan bibînin."

'Em hatin û em careke din naherin'

Hatun, destnîşan kir ku spor ne tenê futbol e û got ku zarok û ciwan dixwazin di şaxên sporê yên cuda de xwe bi pêş bixin û ji bo vê jî binesaziyê amade dikin. Hatun destnîşan kir ku divê Amedspor di şaxên din ên sporê de jî pêş bikeve û got, “Çima tenê futbol? Gelek beşên werzîşê hene. Me turnuvaya tenîsê kir û gelek kêfa me hat. Amedspor çima tenê futbolê dilîze? Çima li şaxên din nîne? Ji bo temaşevanên Amedsporê; Şaredarî ya we ye. Em ê çi ji destê xwe bê bikin. Em li vir in; Em hatin û em careke din naçin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31