Pirsgirêka avê ya gundê Ataxa Licê hat çareserkirin

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pirsgirêka ava vexwarinê ya ku bi salan e li Taxa Ataxê ya navçeya Licê didome, çareser kir.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) bi projeyên ku hatine amadekirin û xebatên hatine kirin, pirsgirêka ava vexwarinê ya navçe û gundan yek bi yek çareser dike.

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya ku di vê çarçoveyê de projeyan dimeşîne, ji bo pirsgirêka ava vexwarinê ya ku bi salan e 130 welatiyên li Taxa Ataxa ya navçeya Licê dijîn çareser bike, zend û bendên xwe badan.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Şaxa Licê ya DÎSKÎyê pirsgirêka ava vexwarinê ya gundê Ataxê ji bo ku bîr û depoya ava vexwarinê ya li vî gundî bi hev ve girêbidin bi 500 metre xeteke hilkişînê danîn. Bi temamkirina xetê re, ekîban piştrast kir ku dê welatî karibin bigihêjin ava vexwarinê ya saxlem û bi kalîte.

Şêniyên taxê ji ber xebatên ku hatine kirin kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya ekîbên Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê kirin ku ji ber kêmbûna ava vexwarinê bi taybetî di mehên havînê de gazindên wan xilas bûne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31