Hevşaredaran li dijî tundiya li ser jinan kampanya da destpêkirin

Hevşaredarên Partiya DEM’ê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ya Cîhanê kampanyaya salane da destpêkirin.

Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya Ser Jinan ya Cîhanê bi dirûşma “Soza me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” dest bi kampanya salekê kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û hevşaredarên jin beşdarî daxuyaniya li Qesra Cemîl Paşa ya têkildarî kampanyayê bûn.

Daxuyaniya bi tirkî ji aliyê Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonûk ku qeyûm tayînî wê hat kirin û ya kurdî jî ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ve ku qeyûm tayînî wê hat kirin, hat xwendin.

Hevşaredara Êlihê Sonuk diyar kir ku tundiya li ser jinan pirsgirêkeke civakî ye ku bi cudakariya zayendî ve girêdayî ye û ji aliyê desthilatdariya serdest a mêr ve tê meşandin û kûr dibe, Hevşaredara Êlihê Sonuk destnîşan kir ku tundiya sîstematîk rasterast bandorê li jinan dike. Sonuk da zanîn ku her ku roj bi roj tundî, destavêtin û îstîsmara li dijî jin û zarokan zêde dibe, tedbîrên parastinê yên têrker nayên girtin û jin ji mekanîzmayên parastinê tên derxistin û ji tundiyê mexdûr dibin.

'Em dest bi kampanyayeke hevpar dikin'

Sonuk destnîşan kir ku rêveberiyên herêmî dikarin ji bo wekheviya zayendî tevkariyê bikin, ji hikûmeta navendî nêzîkatiyek berfirehtir û bi bandortir pêşkêş dikin, Sonuk di derbarê kampanyayê de ev tişt got:

“Bi vê perspektîfê em wek Polîtîkayên Jinan ên Şaredariyên Partiya DEM’ê di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ya Cîhanê de dest bi kampanyayeke hevpar dikin. Ev hemleya ku wê salekê bidome, wê bikaribe li ser bingehek xurt û rêxistinkirî li dijî her cure zilma mêraniyê ya ku hewl dide nasname, vîn û berxwedana jinan a li van waran ji nedîtî ve were, bisekinin. Em ê li dijî polîtîkayên zilamsalarî yên ku jinan paşguh dike û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berfirehtir bikin, dengê xwe bilind bikin! Armanca vê kampanyayê jî ew e ku rêveberiyên herêmî xizmetên şaredariyên civakî yên ji bo jinan xurt bikin; Di vê çarçoveyê de wê bingehek ji bo hilberandina çareseriyên binesaziyê ku di pêkanîna stargehên jinan, navendên şêwirmendiya jinan û mekanîzmayên piştgiriya qanûnî de rolek girîng bilîzin, ava bike. Ev hevgirtin wê daxwazên jinan di rêveberiyên herêmî de diyar bike û berxwedana hevpar a jinan xurt bike."

 

Image Gallery