Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan ên Diyarbekir Buyukşehir Belediyesporê di maça dawî ya koma xwe de Diyarbekir Yurdumsporê 3-0 têk bir û derket nîvfînalê.
Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan a ku di çarçoveya Dezgeha Xizmetên Ciwan û Werzîşê de hat avakirin, di 5 pêşbirkên ku hatin pêşberî hev de bi encama 3-0 dijberên xwe têk bir û di komê de bû yekemîn.
Diyarbekir Buyukşehir Belediyespora ku di kategoriya voleybola jinên ciwan de tê pêşbirkê di maça dawî ya lîgê de tîma Diyarbekir Yurdumsporê 3-0 têk bir û derket nîvfînalê.
Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku dê bi 2 tîmên pêşeng ên ji komên din re bên pêşberî hev, dê maçên nîvfînalê bilîzin. Ger Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan di van her du pêşbirkan de bi ser bikeve, wê mafê nûnertiya Amedê li herêmê hebe.
Â