Li Karazê xetên nû yên avê û kanalîzasyonê hatin çêkirin

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gundê Şêx Şerafettîn ê navenda navçeya Karazê ji bo hewcedariya ava vexwarinê ya cihên niştecihbûnê yên nû bi cih bîne, xeta ava vexwarinê û ji bo çareserkirina pirsgirêka ava gemar jî xeta kanalîzasyonê danî.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku xizmeteke bi kalîte ji gel re bike û daxwazên xizmetê bi cih bîne, li seranserê bajêr xebatên xwe yên binesaziyê didomîne.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê daxwazên welatiyan nirxand û ji bo qadên niştecihbûnê yên nû yên Taxa Şêx Şerafettîn a li navenda Karazê projeyek amade kir.

Di çarçoveya projeyê de ekîban li taxên nû yên Taxa Şêx Şerafettîn xeteke ava vexwarinê ya bi dirêjahiya 500 metre danîne, pêdiviyên ava vexwarinê yên welatiyan peyda kirin.

Xeta kanalîzasyonê qediya

Ekîbên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya li taxa Şêx Şerafettîn a navenda Karazê xebatên ku dabûn destpêkirin temam kirin. Ekîban xeta kanalîzasyonê ya ku hezar û 100 metre dirêj e lê kirin û destnîşan kirin ku avên taxê bi awayekî saxlem tên darêtin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31