Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bal kişand ser girîngiya lihevkirina li ser nirxên hevpar û got ku ew ê bixebitin ku civînên Meclîsê ji raya giştî re vekirî bin.
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, rûniştina heftemîn a civîna xwe ya asayî ya meha Mijdarê pêk anî. Endamên meclîsê beşdarî rûniştina ku bi serokatiya Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak li Salona Civînê hat lidarxistin bûn.
Hevşaredar Bucak, di vekirina civînê de axivî û diyar kir ku divê civîna Meclîsê zêdetir bi beşdarbûn û piralî pêk were û wiha got: “Dema em vê dibêjin, em pêvajoyeke ku gel xwedî gotin û îradeya xwe ye îfade dikin. Ji ber vê yekê ez girîngiyê didim vê yekê ku hefteya borî civîna me ya meclisê li derve û vekirî ji raya giştî re bihêt lidarxistin. Ez li vir dixwazim bibêjim ku em ê ji bo berdewamkirina vê yekê bixebitin. Ez jî dixwazim vê helwestê şermezar bikim ku di rûniştina giştî de Koma Meclîsê ya AK Partiyê, şaredar û endamên meclîsê bi me re nebûn. Dixwaze piştî 8 salên desteserkirina qeyûman, qeyûm tayînî şaredariyên Esenyûrt, Colemêrg, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bên kirin û li vî bajarê qedîm, li vê Meclîsê, li dijî pêvajoyeke ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê şermezarkirin, em nikaribin bên cem hev, gelên Tirkiyê û partiyên siyasî yên cuda, me gelek xemgîn dike ku em bi hev re nebin yek. Ji ber ku ev desteserkirina mafan wê sibe li kesên din bê kirin, sibê jî wê li hikûmetê bi xwe jî bê kirin. Mirovan di dîroka sedsalî ya Tirkiyeyê de ev pêvajoyine jiyane û dîtine. Meclisa me du kom e. Daxwaza me ji Koma AK Partiyê ew e ku em vê pêvajoyê veguherînin pêvajoyek ku em di warê hevgirtinê de hesasiyetê nîşan bidin, werin cem hev û di her fersendê de bidin zanîn ku qeyûmtî kirineke xelet e. Herî dawî, em bajarekî bi Çûngûş, Hezro, Çermûg û Gêlê xwe ne, nirxên me yên hevpar hene. Ger em bixwazin li ser van nirxên hevpar werin cem hev û hevgirtinê nîşan bidin, eger ne îro be, kengî? Eger îro em nirxên demokratîk neparêzin, em ê kengê wan biparêzin?"
Di civîna meclîsê de piştre xalên rojevê hatin nîqaşkirin.
Â