Şaredariya Bajarê Mezin dest bi pêvajoya kirîna 14 otobûsên nû kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêşkêşkirina hatûçûneka rehet, erzan û bikêrhatî, dest bi karûbarên pêwîst kir û dest bi dayîna pereyan kir ji bo kirîna 14 otobûsên nû. Otobûsên nû dê di meha Adarê de bên û bikevin ber xizmeta gel.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê berdewam e li ser xebatên xwe ji bo firehtirkirina fîloya xwe ya 330 wesayitan. Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku gel bigihîje îmkana hatûçûneke rehettir, bikêrhatîtir û leztir, biryar da ku 150 otobûsên nû bên kirîn. Lê piştî biryarê, daxwaza kirîna otobûsên nû ji aliyê Wezareta Hawîrdor, Bajarsazî û Guherîna Îqlîmê ve hat sînordarkirin bi sedema Giştînameya Tedbîrên Tasarufê. Şaredariya Bajarê Mezin jî piştî erêkirina wezaretê ya ku tenê 14 otobûs dikarin bên kirîn li şûna yên ku ketine qereşê, dest bi kar kir.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Reşat Bakan, derbarê kirîna otobûsan û biryara wezaretê de agahî da û got ku divê hatûçûneke rehet pêşkêş bikin û herwiha divê hikûmeta navendî jî piştgiriyeke cidî pêşkêş bike.

'Me qîsta yekem a 7 otobûsan da' 

Bakan, got ku wan wek Şaredariya Bajarê Mezin gava yekem avêtiye ji bo ku veguhastina bajêr bigihîje rewşeke rehet û bikêrhatî û wiha axivî: "Di gava me ya yekem de, mixabin daxwaza me ya 100 otobûsî ku me berê ji wezaretê xwestibû, bi 14 heban hat sînordarkirin. Me yekser dest bi karûbarên kirîna van 14 otobûsan kir. Me qîsta yekem a 7 otobûsan da. Em ê di 29ê mehê de 2 qîstên 7 otobûsên din bidin. Ev 14 otobûsên ku me xwestine, herî dereng di meha Adarê de dê bikevin ber xizmeta gelê me."

'Heke destûr bê dayîn em ê 100 otobûsan bixin xizmeta gel' 

Bakan diyar kir ku eger destûra 150 wesayitan bê dayîn, ew ê di qonaxa yekem de di sala 2025'an de herî kêm 100 wesayitan bixin ber xizmeta gel û got: "Ji bo ku em veguhastineke rehet û bikêrhatî bigihînin vî gelî û vî bajarî, em ê wek Şaredariya Bajarê Mezin bi hemû hêz û hewldana xwe di xizmeta gelê xwe de bin. Bes bila di asta hikûmeta navendî de derfet ji me re bê dayîn, destûr ji me re bê dayîn. Ji ber ku bajarê me di warê veguhastinê de di nav pirsgirêkeke cidî de ye, gelê me pirsgirêkeke cidî dijî. Em bi van wesayitên kevin û dema wan qediyayî di pêşkêşkirina vê xizmetê de pirsgirêkan dijîn."

'Divê em hejmara otobûsan bikin 450' 

Bakan destnîşan kir ku Meclîsê biryar girtiye ku 150 wesayit bên kirîn û wiha berdewam kir: "Agahî tên ku dê destûra 82 otobûsan ji me re bê dayîn. Me di meclîsa xwe de biryara kirîna 150 otobûsan girtiye. Ji ber ku niha li vî bajarî 330 wesayitên me yên heyî hene û nêzî 100 heb ji wan dema wan qediyaye. Divê em herî kêm hejmara otobûsan li vî bajarî bigihînin 450'yî. Ji bo ku ev gel bigihîje veguhastineke rehet, ji bo ku ev bajar, ev xizan, ev taxên xizan, ev gund, hemû gund bigihîjin veguhastinê, rastiyeke neçar heye ku 450 otobûs pêwîst in. Lewma niha pêdiviyên me yên heyî nayên dabînkirin."

'Divê daxwazên me bên qebûlkirin' 

Bakan got ku ew neçar in veguhastinê bigihînin her xala bajêr û wiha berdewam kir: "Niha li Diyarbekirê cihek bi navê Habeşî hat vekirin. Ji ber avahiyên ku piştî erdhejê hatine çêkirin, nêzî 150 hezar nifûs dê biçe 25-30 kîlometre dûrî bajêr. Lewma divê em veguhastina wan dabîn bikin. Wek Şaredariya Bajarê Mezin, ev yek ji erkên me yên herî pîroz e. Dîsa li pişt zanîngehê bajarokeke bi navê Teknokentê tê avakirin. Li wir nêzî 100 hezar nifûs dijî. Lewma divê em li van deran vê veguhastinê bi awayekî rehet pêşkêş bikin. Ji bo ku em vê veguhastina rehet dabîn bikin, divê hikûmeta navendî bi awayekî cidî piştgiriyê bide me. Divê daxwazên me bên qebûlkirin."

"Em soz didin gelê xwe, eger di vî astî de piştgirî ji me re bê dayîn, em ê vî gelî bigihînin veguhastineke herî rehet. Em ê ji gundê wî heta mezraya wî, ji mezraya wî heta navçeya wî her cure xizmetê berdewam bikin pêşkêş bikin. Bes bila daxwaza me ji aliyê Wezareta Hawîrdor, Bajar û Guherîna Îqlîmê ve bê pejirandin. Em ê hemû şertên xwe yên budçeyê zordar bikin. Em ê bixin xizmeta veguhastinê."

'Ji bo wesayitên xurde destûr hat dayîn' 

Bakan anî ziman ku niha ji 14 wesayitan re jî ji ber ku peritîne bûne xurde destûr hatiye dayîn û wiha got: "Di qonaxa yekem de destûra 14 heban ji me re hatiye dayîn, eger bêtir destûr bê dayîn em ê li bajêr bêtir xizmeta veguhastinê pêşkêş bikin. Lê niha ji 14 otobûsan re jî ji ber ku ketine qereşê destûr hatiye dayîn. Yanî niha em her meh 300 heta 500 hezar lîre ji bo her wesayitekê xerc dikin. Zirareke giştî çêdibe. Ji bo ku em rê li ber vê zirara giştî bigirin jî, divê daxwaza me ya destûrê di demeke herî kin de bê temamkirin. Lewma divê ev wesayit ji trafîkê bên derxistin. Ji ber ku ev wesayit 12-13 salî ne."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30