Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi 3-1ê ji Tîma Zeugma ya Gazîentabê bir û puanên xwe kirin 18 puan.
Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de hat avakirin û di Koma 15emîn a Lîga 2yemîn a Voleybolê ya Jinan de têdikoşe, li Salona Sporê ya Koşklerê mazûvaniya Tîma Zeugma ya Gazîentabê kir.
Maç ji aliyê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Reşat Bakan, Serokê Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê Çetîn Hasgûmûş, endamên meclîsê û temaşevanan ve hat temaşekirin.
Di pêşbirkê de Tîma Voleybolê ya Jinan a DBByê, Tîma Zeugmaya Gazîentabê 3-1 têk bir û puanên xwe yên di komê de derxistin 18an.
Tîma Voleybolê ya Jinan a DBBê ku di koma xwe de di rêza 3yemîn de cih digire, di 23yê Mijdarê de li derve bi Adiyaman Besni Gençliksporê re tê rûberî hev.
Piştî maçê Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan ji ber têkoşîna tîmê pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
Â