Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya kampanyaya ku bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê hatiye destpêkirin, li gundê Kîkan ê navçeya Bismilê kampanyaya hişyariyê li dar xist.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Åžaredariya Bajarê Mezin û Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Åžaredariya Bismilê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan ya Cîhanê, çalakiyên xwe yên ji bo kampanyaya "Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" didomînin.Â
Di çarçoveya kampanyayê de jin li gundê Kîkan yê navçeya Bismilê di çalakiya ku hat lidarxistin de hatin cem hev. Di xebatê de hat diyarkirin ka tundiya li ser jinê çi ye, der barê rêyên têkoşîna li dijî tundiyê û mafên rewa de agahî hatin dayîn.
Di helmetê de her wiha behsa qanûna bi hejmara 6284 a parastina malbatê û pêşîgirtina li şîdeta li ser jinê jî hat kirin ku di warê rêgirtina li tundiya li ser jinê de rêziknameyek qanûnî ya girîng e û bal hat kişandin ser girîngiya xurtkirin û belavkirina hevgirtina jinan.
Â