Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî 8 salan li ser Bulvara Mahabadê ya navçeya Kayapinarê, li ser rêya yekem a bisîkletê ya 11 kîlometreyî ya bajêr dest bi xebatên nûkirinê kir.
Midûriyeta Veguhastinê piştî 8 salan dest bi karê nûjenkirina yekemîn rêya duçerxê ya bajêr kir ku di sala 2015an de li Bulvara Mahabadê (Kolana 75) ya navçeya Kayapinarê bi firehiya 3 metre û dirêjahiya 11 kîlometran (5,5 km) hat çêkirin) kir.
Lewheya bi duzimanî
Di çarçoveya xebatên ekîban de li ser erdê rê sembolên bisîkletê bi boyaxê tên xêzkirin, tabelayên ku bi tirkî û kurdî hatine nivîsandin tên nûkirin.
Ekîb ji bo ku rehetî û ewlekariya bisiklêtan zêde bikin xebatên xwe yên lênêrînê û temîrkirinê didomînin û li gor şert û mercên hewayê dê boyaxa beyirî ya rêya bisîkletê jî nû bikin.
Midûriyeta Gihandinê ji bo ku rêyên bisîkletê yên li seranserê bajêr bi awayekî estetîktir bên çêkirin dê xebatên xwe bidomîne.
Â