Endamên Meclisê bi rozeta "Gotina me neqediyaye" beşdarî civînê bûn

Endamên Meclisa Şaredariya Mezin a Amedê, li ser kincên xwe rozeteke bi nivîsara "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re şîdetê rawestînin" danîn û beşdarî civîna meha Çiriya Paşîn bûn.

Meclisa Şaredariya Mezin, civîna xwe ya fermî ya 15ê meha Çiriya Paşîn pêk anî. Civîn di bin serokatiya Cîgirê Seroka Meclisê Evîn Yelboga de û li Salona Meclisê hate lidarxistin.

Endamên Grupê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti), di civînê de ku mijarên budceya 2025'ê ya şaredariyên herêmê hat nîqaşkirin, beşdar bûn. Ew bi rozeta kampanyaya "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re şîdetê rawestînin" ya ku ji ber Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya 25'ê Çiriya Paşîn dest pê kiriye û dê salekê bidome, beşdar bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28