Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Şaredariya Farqînê ziyaret kir û 50 kîlometre rêya nû ya hatûçûna 14 taxên gundewarî kontrol kir.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, li navçeya Farqînê sehbêrî kirin. Hevşaredar Bucak ku Şaredariya Farqînê ziyaret kir, ji aliyê Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî ve hat pêşwazîkirin.
Hevşaredar Bucak piştî pêşwazîkirinê, bi Hevşaredarê Farqînê Bîçîcî, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Reşat Bakan, Serokê Daîreya Veguhastinê Cengîz Temel, endamên meclîsê û serokên şaredariyê re li avahiya xizmetê ya şaredariyê civiya. Di hevdîtinê de li ser xizmetguzariya hatinûçûna giştî ya ku ji bo hin tax û gundikan bê pêşkêşkirin, nêrîn hatin guhertin.
Projeya Parka Jiyanê ya Jinan hat pêşkêşkirin
Piştre projeyên ku ji bo Parka Jiyanê ya Jinan û Qada Goristana Gazatopê ya navçeya Farqînê ya 37 hezar metrekare hatiye amadekirin hatin pêşkêşkirin. Hevşaredar Bucak xwest xebatên Parka Jiyanê ya Jinan a ku çêkirina wê dest pê kiribûn bi lez û bez di demeke kin de bi dawî bibin. Bucak, anî ziman ku ew bi butçeya ku qeyûm tayînî hilbijartinên herêmî yên 2024an kirine re rû bi rû ne û bal kişand ser îhaleyên rêyan ên ku qeyûm zêde ji bo propagandaya hilbijartinê pêk tînin. Bucak, bal kişand ser deynên qeyûman û got ku tevî her tiştî ew ê di çarçoveya plansaziyek diyarkirî de rêyên komê yên taxan û rêyên girêdanê çêbikin.
Hevşaredar Bucak sîteya pîşesaziyê seh kir
Hevşaredar Bucak piştî ziyareta şaredariyê çû Mala Pîşesaziya Farqînê. Hevşaredar Bucak ku erda 12 decarî ya ku tê plankirin kargeh û avahiyên îdarî li ser bên çêkirin lêkolîn kir, der barê mijarê de agahî ji rayedarên sîteyê wergirt. Rayedarên sîteya pîşesazî ji bo pêkanîna projeyê ji Hevşaredar Bucak piştgirî xwestin.
Rêya hatûçûnê ya nû ku 14 gundan li xwe digire
Piştî navenda navçeyê, Hevşaredar Bucak ji bo rêya nû ya çûnûhatinê lêkolîn bike çû taxên gundan. Hevşaredar Bucak ku li otobusa Şaredariya Bajarê Mezin siwar bû, rêya nû ya çûnûhatinê ya li ser rêya taxên Şifqet û Cumatê 50 kîlometre dirêj e, ku 14 gundan digire nava xwe û tê plankirin ku di rojên pêş de, ji bo xizmeta veguhestina giştî were terxankirin, kontrol kir. Hevşaredar Bucak ji yekîneyên têkildar agahî girt ku taxên gundan dê çawa ji çûnûhatina gel sûdê werbigirin.
Piştre Hevşaredar Bucak bi welatiyên gundê Cumatê re civînek gerand û li daxwazên wan guhdarî kir. Bucak ji ber piştgiriya welatiyan spasiya wan kir û wiha got: "Piştgiriya we me xurtir dike."
Â