Li qehwexaneyan broşurên derbarê şideta ser jinan hatin belavkirin

Şaredariyên Bajarê Mezin û navçeyan a Amedê, bi belavkirina broşurên li çayxane û qehwexaneyên Baxlar û Yenîşehîrê bal kişandin ser tundiya li ser jinan.

Çalakiyên di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetguzariya Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin ve bi hevkariya şaredariyên navçeyan bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Dijî Şideta Ser Jinan ya Cîhanê hat destpêkirin, hatin lidarxistin. Têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê ku wê salekê bidome, dewam dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya şaredariyên Yenîşehîr û Baxlarê, bi belavkirina broşurên li çayxane û qehwexaneyên li Kolana Hunerê ya navçeya Yenîşehîrê û taxên Şeyh Şamil û Yunus Emre yên navçeya Baglarê, bal kişandin ser tundiya li ser jinê.

Hevşaredara Baglarê Leyla Ayaz, Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin Ozden Gurbuz Sûmer û endamên meclîsê beşdarî vê kampanyayê bûn.

Di axaftinên li çalakiyê hatin kirin de hate gotin ku şîdeta li ser jinan pirsgirêkek civakî ye û hate destnîşankirin ku divê her welatiyek ji bo bidawîkirina tundiyê bi berpirsyarî rabe.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30