Jin di çalakiya şanoyê de hatin cem hev

Lîstika bi navê "Çalakîya Malçêkirî" ku ji aliyê şanogerên jin ên Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi kurdî hat wergerandin, ji bo jinan hat lîstin.

Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê tên lidarxistin, dewam dikin.

Di çarçoveya çalakiyan de ji bo jinan pêşandana taybet a şanoya "Çalakiya Malçêkirî" ku ji aliyê DBŞT'ê ve bi kurdî hat guherandin û derket ser dikê, hat lidarxistin.

Sewqiyata jinên ku ji Sûr, Kayapinar û Baglarê xwestin werin lîstika ku li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê tê lidarxistin, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hat kirin. Nêzî 120 jinan şano temaşe kir.

Bi kêfxweşî li lîstikê temaşe kirin

Jinan qîrîna hundirê 3 jinên ku di bin zextan de dijîn û di malên xwe de girtî ne bihîstin: "Ji girtîgehên navxweyî re na!" Jinan bi heyraniyeke mezin li lîstikê temaşe dikir, dem bi dem li çepikan dixist. Jinan anîn ziman ku ew ji ber ku cara ewil tên şanoyê kêfxweş in û xwestin çalakiyên bi vî rengî zêdetir bên lidarxistin.

Spas ji lîstikvanan re

Piştî şanoyê şanogeran li ser dikê silav dan temaşevanan û bi rêzgirtinê hatin pêşwazîkirin. Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer spasiya lîstikvanan kir û kulîlk diyarî lîstikvanan kir. Gurbuz Sumer bal kişand ser kampanyaya "Me gotinên xwe neqedandine, em ê bi hev re şidetê rawestînin" ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan ve hatiye destpêkirin, got, "Bi vê kampanyayê re em ketin nava xebat, têkoşîn û hevgirtinê ya salekê. Em spasiya lîstikvan, derhêner û tîma teknîkî dikin ku di vî karî de em bi tenê nehiştin û li vir bi vê lîstikê re hevdîtin pêk anîn."

Ji bo zarokan çalakiyên cuda hatin lidarxistin

Pisporên geşepêdana zarokan ên di bin banê Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de dixebitin çalakiyek cuda li dar xistin da ku jinên ku neçar bûn zarokên xwe bi xwe re bînin karibin li lîstika şanoyê temaşe bikin. Zarokên ku li salona sînemayê li fîlm temaşe kirin paşê bi lîstikên curbecur kêf kirin.

Belavkirina broşurê li sûk û kolanan

Di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" ku ji aliyê şaredariyên bajar û navçeyan ve bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê hat destpêkirin, li sûkên taxan û otobusan broşur hatin belavkirin. 

Endamên meclîsa şaredariyê jî tevlî belavkirina broşurê bûn ku li navçeya Sûrê li ser otobusan û li sûka taxê bi hevkariya Şaredariya Sûrê hat kirin. Di helmetê de hate destnîşankirin ku tundiya li ser jinê binpêkirina mafên mirovan e. Di xebatê de hat destnîşankirin ku rojê 5 jin tên qetilkirin, peyam hat dayîn ku li dijî tundiyê rawestin û divê em hemû bi bêdeng nemînin li dijî tundiyê têbikoşin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30