Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî panela bi sernavê "Li dijî tundiyê têkoşîna hiqûqî û siyasî" bû û diyar kir ku divê dirûşma Jin Jiyan Azadî zêdetir were hembêzkirin.
Di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re li dijî tundiyê rawestin" ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, şaredariyên bajar û navçeyan ve bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê hatiye destpêkirin, panela "Têkoşîna Hiqûqî û Siyasî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê" li Navenda Çand û Kongreyê ya Çandê ya Amedê hat lidarxistin. Di panela ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û gelek jin lê amade bûn de jinan rozetên ku slogana kampanyayê lê ye li ser berstûkên xwe kirin.
Hevşaredar Bucak: Têkoşîna me neqediyaye
Hevşaredar Serra Bucak axaftina vekirinê ya panelê kir. Bucak ku di destpêka axaftina xwe de spasiya komele û saziyên jinan kir û destnîşan kir ku jin û Kurd ne xwedî yek rojevê ne, lê gelek rojevan bi hev ve girêdayî dişopînin. Bucak got, “Ji hilbijartinên herêmî û vir ve ev pêvajo qat bi qat dewam kir, lê têkoşîna me bi dawî nebûye. Ez li pêşberî we jinên ku ji serdema Rosayê heta niha têkoşiyane, di şexsê Xwişkên Mîrabel ên li dijî rejîma dîktator a faşîst têkoşiyane bi rêzdarî bi bîr tînim.
'Em ê vê qedexeyê nas nekin'
Hevşaredar Bucak, bal kişand ku polîtîkayên şîdetê yên dewleta mêr ên ji roja avabûna netew dewletan û vir ve dewam dike, da zanîn ku ev polîtîka li ser hemû beşên civakê tên meşandin. Bucak, da zanîn ku herî zêde jin ji vê rewşê mutesîr dibin û wiha dewam kir: “Lê belê herî zêde jin dengê xwe bilind dikin. Walîtiya Amedê ji ber tirsa wan duh dirûşma Jin Jiyan Azadî ya ku felsefeya me ya jiyanê ye, sedema hebûn û têkoşîna me ye qedexe kir. Helbet em ê vê qedexeyê nas nekin. Ev dirûşma ku li herêmê dest pê kir û bû gerdûnî, hemû jinên cîhanê gihand destên xwe û têkoşîna xwe bi rêxistin kir. Di vî warî de ji her demê bêhtir pêwîste ev dirûşme bê hembêzkirin.”
'Rêbazên li dijî şîdeta dîjîtal'
Piştî axaftina vekirinê, di rûniştina ewil a panelê de bi moderatoriya Ozden Gurbuz, Seroka Beşa Jin û Malbatê, Pispor Psîkolog Leyla Soydinç li ser "Psîkolojiya şîdeta mêr a li ser jinan" axivî; Rojnameger Habîbe Eren, “Rêbazên Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Dîjîtal a Zayendî”; Di rûniştina duyemîn de Dr. Oya Aydin, “Em Peymana Stenbolê Di Têkoşîna Mafên Jinan de Çawa Kar Dikin”; Parêzer Ruşen Seydaoglû li ser mijarên "Polîtîkayên li dijî Têkoşîna Jinan tên meşandin" pêşkêşî kir.
Di dawiya panelê de di beşa pirs û bersivan de bersiva pirsên beşdaran hatin dayîn.