Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, rêya asfaltê ya 7,9 kîlometre ya ku navçeyên Hênê û Pîranê bi hev ve girêdide, da ber xizmetê.
Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê xebatên nûkirina rêya 7,9 kîlometre firehiya 5,5 metreyî ya ku di ser taxên Nêribî û Kelkwenê re navçeyên Hênê û Pîranê bi hev ve girêdide bi dawî kir. Ekîban bi qadeke 43 hezar û 450 metrekare kevirên asfalt danîn ser rê.
Di bernameya ku ji bo vekirina rêya temamkirî hat lidarxistin de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Hênê Besîle Narîn û Hamdullah Demîr, Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Reşat Bakan, Hevserokê Meclîsê Abdusselam Înceoren, endamên meclîsê, serokên dezgehan û welatî beşdar bûn.
Di destpêka rêya navçeya Hênê de, hevserok û welatiyan bi hev re bend birîn û rê ji xizmeta gel re vekirin.
Â