Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî meşa ku bi boneya 25ê Mijdarê hat lidarxistin bûn.
Bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê ji aliyê Tora Dijî Tundiyê ya Amedê û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) ve meşek hat lidarxistin. Girseya gel a ku li Meydan Deriyê Çiyê hatin cem hev Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM), hevşaredarên navçeyan û nûnerên saziyên sivîl jî di nav de meşiyan ber bi Birca Keçikê ve meşiyan. Di daxuyaniya li ber Birca Keçikê de, banga têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hat kirin.
Â