Hevşaredar Bucak bi rayedarên CEMR'ê re hevdîtinek kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi 2. Şaredarê Bajarê Mezin ê Kolnê û rayedarên Meclîsa Şaredarî û Herêmên Ewropayê re li ser înternetê civînek li dar xist.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak bi rêya Zoomê bi 2yemîn Şaredarê Kolnê Andreas Wolter, Şaredarê berê yê Hannoverê Herbert Schmalstieg, rayedarên Konseya Şaredarî û Herêman a Ewropayê (CEMR) û Maseya Almanyayê (RGRE) re hevdîtinek pêk anî. Di civînê de geşedanên heyî hatin nirxandin, beşdaran peyama hevgirtina bi hevşaredar Bucak re dan.

Di hevdîtinê de der barê lûtkeya CEMR'ê ya ku wê di navbera 9-10'ê Kanûnê de li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê bê lidarxistin û Hevşaredar Bucak jî nûnera xwezayî ye, nêrîn hatin guherandin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31