Perwerdeya 'Serederî Bi Hêrsê Re' ji xebatkarên DBB'ê re hat dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya GABBê, ji bo xebatkarên ku di beşên veguhestin, zabite û têkiliyên gel de dixebitin perwerdeya "Serederî Bi Hêrsê Re" da.

Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdehiyê bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) ji bo xebatkarên ku di yekîneyên guhastinê, zabite û têkiliyên cemaweriyê yên Şaredariya Bajarê Mezin de dixebitin bernameya perwerdeyê li dar xist. Perwerdeya “Serederî Bi Hêrsê Re” ya du rojan li Navenda Çandê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin dest pê kir.

Di vekirina bernameyê de Serokê Daîreya Veguhastinê Temel Cengîz û Midûrê Şaxa Çavkaniyên Mirovî û Perwerdehiyê ya GABBê Abdullah Karahan axivîn û bal kişandin ser girîngiya têkiliya bi gel re.

Derûnnas Ugur Çagan Alakuştekîn ê ku perwerdeya "serederî Bi Hêrsê Re" da, ji bo personelên ku bi gel re bi taybetî şofêrên otobusê re di têkiliyê de ne, perwerdeya bi mijara "Psîkoteknîk, Serederiya Bi Hêrsê, Navnîşana Gel û Tevgerê" da.

Alakuştekîn bal kişand ser wê yekê ku hêrs jî wekî hemû hestên din hestek mirovî û asayî ye ku dema bi guncav were îfadekirin, wiha got: “Gava hêrs bi guncawe were vegotin hestek pir bi tendurist û xwezayî ye. Lê belê, heke ew bêkontrol û wêranker bibe, ew dikare di dibistanê û jiyana kar de, têkiliyên kesane û kalîteya gelemperî de bibe sedema pirsgirêkan. Hêrs û kerb bi gelemperî wekî hevûdu têne hesibandin û nirxandin. Êrişkirin tevgerek e; Hêrs hestek e. Hêrs carinan dibe sedema êrîşkariyê, lê pir caran ew ne destpêkerê tevgerên êrîşkar e." 

Alakuştekîn der barê kontrolkirina hêrsê de agahî da xebatkaran.

 

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31