Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji nû ve Cilşoxane vekir.
Cilşoxaneya ku Zanîngeha Dîcleyê ya di bin banê Beşa Xizmetên Jin û Malbatê de ye ji nû ve hat vekirin. Piştî ku bi biryara Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin protokola bi Zanîngeha Dîcleyê re salek hat dirêjkirin, Cilşoxaneya ji bo xwendekaran e dîsa ket ber xizmetê.
Mala Cilşûştinê ya ku li Navenda Jiyana Xwendekaran a B Bloka jêrzemîna qata hejmar 4 a li kampusa zanîngehê ye, piştî temamkirina nûvekirina ku ji hêla Daîreya Karên Fenî ve hatî destpêkirin ket ber xizmetê. Li navenda ku 2 zuwaker û 3 makîneyên cilşûştinê lê hatine bicihkirin, xwendekar her roj di navbera saet 08.00-17.00an de dê karibin cilên xwe bêpere bişon û veşon.
Â