Hevşaredar beşdarî vekirina Xwaringeha Gel bûn

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Xwaringeha Gel a ku ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ve hatiye avakirin, vekir.

Şaredariya Kayapinarê ji bo ku xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêşî xelkê bajêr bike li Taxa Huzurevleriyê Xwaringeha Gel vekir.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hevserokên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) a Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, Hevşaredara Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sincar, endamên meclîsa şaredariyê û welatî beşdarî bernameya vekirinê ya Xwaringeha Gel bûn.

Şêniyên taxê û gelek welatiyên li benda vekirinê bûn bi awazên xweş govend gerand.

'Em ê bi projeyên bihêztir bi we re bin'

Hevşaredara Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sîncar, di vekirina bernameyê de axivî û diyar kir ku wan bi gel re gav bi gav kêmasî dîtin û rê dan ber xwe. Sîncar got, "Em bi serbilindî sêyemîn Xwaringeha Gel a bajêr vedikin. Li derdora Nexweşxaneya Lêkolînê jî xebatên wiha dimeşînin. Bi xebatkarên pispor bi projeyên bihêztir em ê bi we re bin."

Hevşaredar Hatun: Em ne bêçare ne

Hevşaredar Dogan Hatun bal kişand ku wan sozên xwe yek bi yek anîne cih û got, "Xwezî Şaredarê me Cengîz Dundar jî îro li vir bûya. Hewl didin vîna me kêm bikin, lê yek ji me hebe jî em ê xizmetê bikin. Em dibêjin wan dibe ku hûn bêçare bin, lê em ne bêçare ne." 

Xizmeta yekemîn ji aliyê Hevşaredaran ve hat kirin

Piştî axaftinan Hevserokan bi hev re qurdele birîn û xwaringeh vekir. Di dema ku Hevserokan xizmeta yekemîn ji welatiyan re dikirin, gel eleqeyeke mezin nîşan da.

Rojane bi hezaran kes wê karibin ji xwarina 4 celeb sûd werbigirin.

Li Xwaringeha Gel a ku ji bilî yekşemê her roj saet di navbera 12.00-17.00an de vekirî ye, wê bi 70 TL’yî xwarina 4-celeb bê dayîn. Xwaringeha Gel ya ku bi taybetî wekî hedefa xwendekar û xwendekarên kêm-dahat tê hesibandin, dê rojane xizmeta hezar kesî bike.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31