Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî 14emîn Fuara Turîzm û Geştê ya Rojhilatê Anadoluyê ya ku îsal li Wanê hat lidarxistin bû û diyar kir ku divê mîrateyên dîrokî û çandî bên parastin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Fuara Turîzm û Geştê ya Rojhilatê Anadoluyê ku di pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de deriyên xwe vekir, stand vekir. Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî di fûara ku dê 3 rojan mêvandariya xwe bike dê Amedê bide nasîn.
Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, beşdarî vekirina fuarê bû. Hevşaredar Dogan Hatun bi bibîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di êrîşa 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Minareya Çarling jiyana xwe ji dest da dest bi axaftina vekirinê kir.
Hatun got, “Hûn dizanin Tahîr Elçî çima hat kuştin? Ji ber ku wî li ber Minareya Çarling mîrat û avahiyên dîrokî yên Amedê diparast. Tahîr Elçî mafên mirovan parast û parêzerekî bêhempa yê gelê Kurd bû. Ji bo maf, çand û dîroka gelê Kurd diparast hate qetilkirin.”
Hatun diyar kir ku bi dayîna wateyên cuda hewl didin berhemên dîrokî bêwate bikin û wiha got: “Îro hewl didin wateyeke din bidin wê minareyê, wê bêwate bikin. Ez difikirim ku wateya fuarên bajaran ji vir dest pê dike. Çi ye ku me mîras girtiye? Divê em wê biparêzin."
'Di bin sîwana GABB'ê de plansaziya turîzmê ya zêrîn dikare bê kirin'
Hatun ji ber organîzekirina fuarê spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di warê turîzmê de divê siyasetek hebe. Ew dixwazin wateya mîrata cîhanê ya me biguherînin. Hêmanên çandî, dîrokî û mîmarî yên ku me li pey xwe hiştine pir watedar in. Divê em wan biparêzin. Ji bilî van divê em xwezaya xwe jî biparêzin. Divê em qadên xwezayî û Gola Wanê jî biparêzin. Divê em wê paqij bihêlin. Çawa ku îro derbasî me bûye, divê em jî ji nifşên paşerojê re jî bihêlin. Her bajar, her navçe qadeke geştiyariyê ye. Divê em weke şaredarî derbarê turîzmê de plansaziyek çêbikin. Em dikarin di bin sîwana Yekitiya Şaredariyên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) de planên turîzmê çêbikin û mîrateya xwe ya çandî û dîrokî biparêzin. Wek şaredarî û rêxistinên sivîl em dikarin ji bo tevahiya erdnîgariya xwe plansaziyên xwe pêk bînin.”
Hevşaredar Hatun piştî vekirinê li standa Şaredariya Amedê pêşwaziya mêvanan kir. Piştre jî Hevşaredar Hatun serdana standên din kir.
Di standa ku Midûriyeta Şaxa Turîzmê ya Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê (DTSO) bi hev re hat avakirin, dê dîrok û çanda Diyarbekirê ji ajansên geştiyariyê yên xwecihî û biyanî yên ku beşdarî fûarê bibin, 3 rojan were danasandin.