Hevşaredar Bucak, beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî çalakiya bîranînê ya ku ji bo Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat lidarxistin, bû.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, beşdarî çalakiya bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku di 28ê Mijdara 2015an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Minareya Çarling di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da, bû.

Çalakiya bîranînê bi beşdariya Hevşaredar Serra Bucak, parlamenter, hevşaredarên şaredariyan, malbata Tahîr Elçî, hevkar û nûnerên saziyên sivîl ji Edliyeya Amedê heta Minareya Çarling bi meşekê dest pê kir.

Di bîranîna li ber Minareya Çarling de Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, Serokê Baroya Tirkiyeyê (TBB) Erinç Sagkan û hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî axivîn.

Navê Tahîr Elçî li kolanê kirin

Serokê Baroya Amedê Guleç diyar kir ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê ve navê kolana Tahîr Elçî hatiye kirin û vekirina cadeyê dê sibê bê kirin. Guleç ji ber guhertina navê cadeyê spasiya şaredariyên Bajarê Mezin û Sûrê kir.

Piştî daxuyaniyan Hevşaredar Bucak û kesên pê re qurnefîl li binê Minareya Çarling hiştin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31