Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Seroka Şaxa Jinan a CHPê ya Bajêr Guler Koçyîgît pêşwazî kir.
Seroka Şaxa Jinan a Bajarê Amedê ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) Guler Koçyîgît û Cîgira Serok Yasemîn Kan, hat serdana Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucakê.
Piştî pêşwazîkirinê Hevşaredar Bucak, bi Koçyîgît û Kan re hevdîtinek pêk anî.
Bucak ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya Koçyîgît û Kanê kir.
Di serdanê de Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk bi Hevserok Bucak re bû.
Â