Kontrola pastexaneyan: 363 kg malzemeyê xirabe hate qefaltin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di kontrolan de 363 kîlo melzemeyên kekê yên ku dema wan qediyabû, ji bo ku welatiyan bigihêjin xwarina saxlem, desteser kir.

Serektiya Karûbarên Tenduristiyê xebatên xwe didomîne da ku gel bigihêje xwarinên saxlem bi kontrolkirina kargehan.

Ekîbên Kontrolkirina Xwarinê li ser pasteyan kontrol kirin. Ekîban li Taxa Ûçkuyularê ya navçeya Yenîşehîrê di kontrolê de 363 kîlo melzemeyên pasteyên ku dema wan qediyabû desteser kir. Ekîban malzemeyên kekê îmha kirin û li dijî cihê kar dest bi çalakiya hiqûqî kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku gel bigihêje xurekên ewle, dê bi girtina hemû tedbîran ve kontrolên xwe bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31