Ekîbên Midûriyeta Îtfaiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bizina ku li taxa Xanika Çinarê li qada zinar asê mabû xilas kir.
Ekîbên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên girêdayî Midûriyeta Îtfaiyê bizina ku li gundê Xanika navçeya Çinarê ya 45 kîlometre dûrî Amedê ye bi 50 metre bilindahî li zinaran asê mabû xilas kir.
Li ser hewara gundiyan, tîmeke xilaskirinê ya ji 4 kesan pêk dihat hat cihê bûyerê û bizina ku li zinêr asê bûbû piştî xebata 3 saetan xilas kirin.
Bizina rizgarkirî li xwediyê wê hat vegerandin.
Â